18:49 20 Gulan 2018
    lîga şampiyonan

    Di pêşbirkan de guherîna 4 fitbolîstan êdî pêkan e

    © REUTERS / Pierre Albouy
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    UEFA, di Lîga Şampiyonan, Lîga Ewropayê û Kûpaya Superê de hin guherîn pêk anîn. Êdî di demên dirêjkirina pêşbirkan de guherîna fitbolîstê 4em pêkan e.

    UEFAyê li ser malpera xwe destnîşan kir ku di Lîga Şampiyonan, Lîga Ewropayê û Kûpaya Superê de di hin rêbazan de guherîn pêk aniye. Li gor daxuyaniyê ji heyama 2018/19an de wê di demên dirêjkirina pêşbirkên ku divê tîmek bê seridandin de guherîna fitbolîstê 4em pêkan be. Li gor rêbazên nû yên UEFAyê kadroya ji 18 kesî, ji bo pêşbirkên Lîga Şampiyonan, Lîga Ewropayê û Kûpaya Superê derxist 23 kesan. Herwiha di hejmara fitbolîstên cîgir de jî guherîn pêk hat. Di kûlubeya cîgir de şuna 7 fitbolîstan wê 12 fitbolîst cih bigrin.

    Ji aliyê din ve di Lîga Şampiyonan û Lîga Ewropayê de piştî pêşbirkên koman her kûlubek fitbolê, wê bikaribin 3 fitbolîstan li kadroya xwe zêde bikin. Rêbazek din ya ku hat guherîn jî derbarê saetên destpêka pêşbirkan de ye. Di Lîga Şampiyonan û Ewropayê de saetên destpêka pêşbirkan li gor saeta Ewropayê 18.55 û 21.00 hat hilbijartin.

    Bi heman mijarî:

    Di pêşbirka lîga UEFA ewropayê de polîsekî jiyana xwe winda kir
    Li UEFA 2016ê pakêta bi guman hate dîtin
    UEFA doza lêpirsînê li Tirkiye vekir!
    Etîketan:
    Ofsayt, Rêbaz, Gog, Fitbolîst, Fitbol, UEFA, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de