17:22 20 Nîsan 2018
    The Grand Kremlin Palace

    14 welatên Ewropayê dê dîplomatên rûsî dersînor bike

    © Sputnik / Alexey Druzginin/Anton Denisov/Russian Presidential Press Office
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Bi hinceta ku 'di bijehrîkirina sixurê berê yê rûsî Sergey Skrîpal û keça wî ku ji îstîxbarata brîtanî re jî dixebitî de destê Rûsyayê heye' ji 28 welatên YEyê 14an ji ber mijara Skrîpalî bi mebesta piştgiriyê bo Londonê biryar dan ku dîplomatên rûsî bêne dersînorkirin.

    Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê (YE) Donald Tusk li Varnayê di civîneke rojnamevaniyê de axivî û got, "Ji ber mijra Skrîpalî 28 welatên YEyê 14an ji bi mebesta piştgirîdayîna Londonê bityar dan ku dîplomatên rûsî bêne dersînorkirin." Herwiha Tusk lê zêde kir ku di demên pêş de li hember Rûsyayê heye ku gavên din jî bêne avêtin.

    • Polonya: 4
    • Lîtvanya: 3
    • Letonya: 1
    • Hollanda: 2
    • Ukrayna: 13
    • Fransa: 4
    • Danîmarka: 2
    • Çekya: 3
    • Estonya: 1
    • Almanya: 4
    • Îtalya: 2

    UKRAYNA JÎ 13DÎPLOMATAN DIŞÎNE

    Piştî lûtkeya Yekîtiya Ewropayê (YE) ya li Brukselê 9 welatên Ewropayê piştgirî dan Brîtanyayê û bi hinceta bûyera bijehrîkirine Skrîpalî biryar dan ku hejmarek dîplomatên rûsî bêne dersînorkirin.

    Serokatiya Dewletê ya Ukraynayê derbarê mijarê de daxuyaniyek da, "Ji ber mijara bijehrîkirina kîmyewî ya li Salisburyê bi mebesta hevkariya bi hevpeymanên me me biryar da ku 13 dîplomatên rûsî dersînor bikin. Herwiha weke ku tê zanîn me peywendiyên xwe yên bi Rûsyayê re rawestandine"

    KANADA JÎ ‘PIŞTGIRIYÊ' DIDE: DÊ 4 DÎPLOMATÊN RÛSÎ BÊNE DERSÎNORKIRIN

    Kanadayê ji biryareke bi heman şeklî stend. Wezîrê Derve yê Kanadayê Kristi Freelandi diyar kir ku wan biryar dayê 4 dîplomatên rûsî bêne dersînorkirin, "Em weka Kanada Rûsyayê ku gaza sînîrî bi kar aniye şermezar dikin. Em bi gelê ingilîz, NATO û Brîtanyaya ku di nava G7ê de di nava hevkariyê de ne."

    ​Serokê Çekyayê Andrej Babis jî ragihand ku ew dê 3 dîplomatên rûsî dersînor bikin. Wezîrê Derve yê Çekyayê derbirî ku divê dîplomat 1ê Nîsanê welat biterikînin.

    ZAXAROVA: BRÎTANYA DÊ JI YEyê VEQETE, JI XWE FAKTERA HEVPEYMANIYÊ BINPÊ DIKE

    Di vê navberê de Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarovayê li ser hesabê xwe yê Facebookê bertek nîşanî biryara dersînorkirinan dîplomatan da û got, ji xwe dê Brîtanya de ji YEyê veqete, "Gêdûka serweriyê destpê kir, welatên YEyê dê nîşan bidin bê çiqasî sadiqî Londonê ne. Êdî dê hemû tiştên ku diqewimin ‘di çarçoveya polîtikayên YEyê de dê li ser navê piştgiriya bo Londonê' bêne kirin. Di vê navberê de piştî demajoya Brexitê dê Brîtanya ji YEyê veqete. Ev betal nekiriye. Pêvajo dewam dike. Yanî Brîtanya ji xwe bi veqetandina ji YEyê daktera hevpeymanyia YEyê binpê dike. Divê bila nêzîkî me bibe an dûrî me bibe welatên din ên YEyê li ser empozekirina dijberiya Rûsyayê dê rastî mueyîdeyan bê."

    Laurie Bristow
    © REUTERS / David Mdzinarishvili
    WEZARETA DERVE YA RÛSYAYÊ: EM PROTESTO DIKIN

    Wezareta Derve ya Rûsyayê derbarê mijarê de daxuyaniye da û got van gavan bi awayekî tund protesto dikin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em biryara dersînorkirina dîplomatên rûsî yên li welatên YE û NATOyê şermezar dikin. Em vê gavê weke gaveke dijminane dinirxînin." Di daxuyaniyê de herwiha hat teqezkirin ku ev gav dê bi kêrî dîtina faîlên bûyerê neyê."

    SLUTSKIY: EM DÊ BERSIV BIDIN

    Serokê Komîteya Peywendiyên Navdewletî yê Dûmayê Leonid Slustkiy biryar weke provokasyın bi nav kir û got em dê bersiv bidin.

    Slutakiy, "Biryara Amerîka û welatên YEyê ku bi mebesta piştgiriyê bo Brîtanyayê dane neyartiyeke siyasî ya nedîtiye Ev gavên li hemberî Rûsyayê provakatîf in. Di zûtirîn dem de em dê ‘bi heman şêweyî' bersiv bidin."

     

    Bi heman mijarî:

    Washington 48 dîplomatên rûs û 12 karmendên misyona rûsî li NYyê dersînor dike
    ‘Trump wê dîplomatên rûs dersînor bike’
    Lavrov: Îngilîz li hemû dinyayê digerin û daxwaza dersînorkirina dîplomatên rûsî dikin
    23 dîplomatên rûsî ji avahiya balyozxaneya li Londonê veqetiyan
    Rûsya 23 dîplomatên brîtanî dersînor dike
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de