04:21 20 Nîsan 2018
    Carles Puigdemont

    ‘Serokê Katalonyayê yê berê Puigdemont, li Almanyayê hat desteserkirin’

    © Foto: Junts pel Si
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Katalaonyayê yê berê Carles Puigdemont li Almanyayê hat binçevkirin. Agahiya binçevkirinê ji aliyê parêzerê Puigdemont ve hat dayîn.

    Du roj beriyê Dozgera Bilind ya li Madarîdê di derbarê 25 siyasetmedarên Katalan de, bi tewanbariya ‘serhildan û bêtaetiya dewletê' doz vekiribû. Piştî ku ev biryar ji aliyê dozgeriya Madrîdê ve hat dayîn î li Katalonyayê 5 heb siyasetmedar hatin binçevkirin. Heman dozger serokê Katalonyayê Carles Puigdemont jî di nav de di derbarê 6 siyasetmedaran de biryara girtinê ya navneteweyî derxistibû. Îro ji aliyê parêzerê Puigdemont ve hat ragihandin ku Carles Puigdemont dema ku ji Danimarkayê fetilî li ser sînorê Almanyayê ji aliyê polîsên Almanyayê ve hatiye binçevkirin.

    Li ser biryara dozger ya di derbarê siyasetmedarên Katalan de, li payîtextê Katalonya Barselonayê xwepêşandan dest pê kirin. Bi hezaran kes li deverên saziyên hikûmeta Îspanyayê li hember hikûmetê sloganan avêtin. Di encama mudaxaleya polêsan de nêzî 20 kes birîndar bûn.

    Bi heman mijarî:

    Madrîd biryara girtina siyasetmedarên Katalan da Katalonya tevlihev bû
    Etîketan:
    Xwepêşandan, Katalonya serxwebûn-, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de