03:16 23 Nîsan 2018
    Katalonya xwepêşandan

    Madrîd biryara girtina siyasetmedarên Katalan da Katalonya tevlihev bû

    © REUTERS / Susana Vera
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Katalonya di cotmeha 2017an de bi awayek yekalî serxwebûna xwe îlan kiribû. Hikûmeta Îspanyayê ji wê rojê vir de ji siyasetmedarên Katalonyayê nagere. Duhê di derbarê 5 siyasetmedarên Katalan de biryara girtinê hat dayîn.

    Dozgera bilind ya li Madarîdê di derbarê 25 siyasetmedarên Katalan de, bi tewanbariya ‘serhildan û bêtaetiya dewletê' doz vekir. Eger ku van sûcana li ser wan bên isbatkirin, ihtimal heye ku heta 30 sala cezayê hepiskirinê bixwin. Rêya ‘bi kefaret bên berdan' jî li wan hatiye girtin.

    ‘ŞEŞ SIYASETMEDAR HATIN BINÇEVKIRIN'
    Piştî ku ev biryar ji aliyê dozgeriya Madrîdê ve hat dayîn îro li Katalonyayê 5 heb siyasetmedar hatin binçevkirin. Yek ji wan kesên ku hatin binçevkirin, namzetê serokatiya parlementoya Katalonyayê Jordi Turull bû. Heman dozger serokê Katalonyayê Carles Puigdemont jî di nav de di derbarê 6 siyasetmedaran de biryara girtinê ya navneteweyî derxist.

    ‘GEL DERKETIN KOLANAN'
    Li ser biryara dozger ya di derbarê siyasetmedarên Katalan de, li payîtextê Katalonya Barselonayê xwepêşandan dest pê kirin. Bi hezaran kes li deverên saziyên hikûmeta Îspanyayê li hember hikûmetê sloganan avêtin. Di encama mudaxaleya polêsan de nêzî 20 kes birîndar bûn. Di xwepêşandanan de posterên Qiralê Îspanyayê Felipe jî ji ber ku piştgiriyê da biryara Madrîdê hat şewitandin.

    Bi heman mijarî:

    Katalonya ji bo hilbijartina parlamentoyê çû ser sindoqê
    Îspanya li Ewropa fermana girtina serokê Katalonya derxist
    Îspanyayê ragihandina serxwebûna Katalonya betal kir
    Iraq: Dê serxwebûna Katalonya Qralîyeta Îspanyayê bixe metirsiyê û demokrasiyê têk bibe
    Etîketan:
    girtin, Katalonya, serxwebûn, Katalonya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de