19:15 25 Nîsan 2018
    Parlamentoya Ewropayê (PE)

    Ji 75 endamên Parlamentoya Ewropayê bangewaziya Tirkiyê

    © Flickr/ European Parliament
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 20

    75 parlamentarên endamên Parlemantoya Ewropayê (PE) ji Serokê Konseya Ewropayê Donald tusk û Serokê Komisyona Yekîtiya Ewropayê Jean Claude Junker re derbarê Tirkiyeyê de nameyek şandin.

    Di nameyê de bangewazî li PE û YEyê hat kirin, têkiliya bi Tirkiyeyê re di çarçoveya rewşa mafên mirovan de binirxînin û ji serokên Ewropayê jî hat xwestin, ji bo serbest berdana rojnamevanan fişarê li ser hikûmeta Tirkiyeyê bikin.

    Parlamentarên endamên PEyê di nameya xwe de bal kişandin ser têkçûna daraza serbixwe û xwestin rewşa rojnamevanên girtî ku zirarê dide demokrasiyê di lutkeya YE-Tirkiyeyê ya li Varnayê de bibe rojeva sereke.

    Herwiha di nameyê de bangewazî li Tirkiyeyê hatiye kirin, "Serokomar Erdogan bes Rewşa Awarte (OHAL) bike hincet û dawî li neheqiyan were."

    Bi heman mijarî:

    Li Colemêrgê 30 dever ji çûnûhatinê re hatin qedexekirin
    Lavrov: Îngilîz li hemû dinyayê digerin û daxwaza dersînorkirina dîplomatên rûsî dikin
    NYyê pêşniyar qanûna 'pêşîgirtina qirkirinan' a Ermenistanê pesend kir
    Li Silopî erdhejekê rû da
    Macron û Erdogan axivîn: Li Efrînê aramiya xelkê sivîl hatiye dabînkirin
    Elon Musk rûpelên Facebookê yên Tesla û SpaceX girtin
    Etîketan:
    Tirkiye, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de