06:23 21 Gulan 2018
    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron

    Macron û Erdogan axivîn: Li Efrînê aramiya xelkê sivîl hatiye dabînkirin

    © AFP 2018 / LUDOVIC MARIN
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 03

    Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bi reya telefonê axivîn.

    Serokomarê Fransayê Macron roja pêncşemê berî lûtkeya YEyê ya li Brûkselê li dijî destwerdana Tirkiyeyê ya Efrînê helwesteke tund nîşan dabû.

    Macron gotibû: "Helwesta min derbarê herêma Efrînê de herdem zelal bû. Ez wiha difikirim ku divê em li ser berjewendiyên ewlekariyê yên Tirkiyeyê bifikirin ku ev tiştekî eşkere ye. Lê em ê qet piştgiriyê nedin destwerdana li dewleteke xwedan serwerî wek Sûriyeyê, li gel ku di rewşa şerî de ye jî."

    Jêderên serokomariya Tirkiyeyê ragihandin ku di hevdîtina telefonê ya Erdogan û Macron de, têkiliyên dualî û pirsên herêmî hatine axaftin. Erdogan ji ber êrîşa li başûrê Fransayê ku bûye sedema mirinan sersaxî ji Macron re xwest.

    'LI EFRÎNÊ TEROR HATIYE PAQIJKIRIN Û ARAMIYA XELKÊ SIVÎL HATIYE DABÎNKIRIN'

    Hat diyarkirin ku Erdogan derbarê helwesta bo Efrînê ya Macron de, nerazîbûn nîşan daye û aciziya xwe aniya ziman:

    "Di çarçoveya berterefkirina pêkhateyên terorî de, Efrîn ji terorê hatiye paqijkirin û aramiya xelkê wê derê yê sivîl hatiye dabînkirin."

    Hîn ji aliyê Fransayê ve ti daxuyaniyek derbarê naveroka pêwendiya telefonî ya Macron û Erdogan de nehatiye dayîn.

    Bi heman mijarî:

    Elon Musk rûpelên Facebookê yên Tesla û SpaceX girtin
    Lezgîn Botan 18 sal ceza xwar, Adem Geverî beraat kir
    Ji Xûtaya Rojhilat derketina xelkê dewam dike
    ‘Kûpaya Cîhanê wê di navbera Messi û Dewletên Ewropayê de derbas bibe'
    Termên 2 leşkêran li Efrînê hatin dîtin
    Etîketan:
    Fransa, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de