08:28 23 Nîsan 2018
    President Jean-Claude Juncker

    Juncker: Di peywendiyên Yekineyên Ewropa û Tirkiyê de lihevnekirin her diçin zêde dibin

    © REUTERS / Vincent Kessler
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 20

    Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewropa Jean-Claude Juncker ragihand ku “Di peywendiyên Yekineyên Ewropa û Tirkiyê de lihevnekirin her diçin zêde dibin.”

    Juncker di civîna serokên YE ya li Brukselê de axivî. Di axaftina xwe de behsa civîna YE û Tirkiyê ya wê di 26ê Adarê de li Bulgaristanê bibe kir.

    Juncker destnîşan kir ku "ji ber ku di navbera Yekîtiya Ewropa û Trikiyê de mijarên ku li hev nekirine her diçin zêde dibin, bi hestên tevlihev li benda vê civînê me."

    Di heman civînê de Serokwezîrê Bulgaristanê Boyko Borisov jî axivî. Borisov da zanîn ku: Civîna 26ê Adarê de wê li Varnayê bibe, ji bo me jî girîng e. Lewra di civînê de wê Serokkomar Erdogan jî hebe û ev civîn wê hinek dijwar derbas bibe. Lewra dibe ku ji bo diyalogê ev civîna firsenda dawiyê be.

     

    Bi heman mijarî:

    Konseya Ewropa Tirkî ji nava zimanan derxist
    Kremlîn: Vekişîna nûnerê Yekîneyên Ewropa yê Moskowayê me xemgîn kir
    Li Amerîka, Ewropa û Asyayê Facebook û Instagram têkçûn
    Yekîtiya Ewropa: Betalkirina biryara berdana Taner Kiliç, li hiqûqê darbe ye
    Etîketan:
    Alozî, tirkiye, Ewropa, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de