13:46 25 Nîsan 2018
    Zlatan Ibrahimovic

    Manchester Unitedê peymana bi Îbrahîmovîc re bi dawî kir

    © REUTERS /
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Tîma Manchester Unitedê bi Zlatan Îbrahîmovîc re rêya xwe veqetand. Hat îdiakirin ku fitbolîstê navdar wê transferi tîma Los Angeles Galaxyê bibe.

    Ekîba tîma Lîga Premierê a Brîtanyayê Manchester United, peymana bi Zlatan Îbrahîmovîc re bi dawî kir. Di malpera fermî ya kûlubê de hat eşkerekirin ku bi fitbolîstê 36 salî re peyman hatiye bidawîkirin û ji bo xizmeta wî ya kûlubê spasî hatin kirin. Îbrahîmovîc di sala 2016an de ji tîma Fransayê, Paris Saint-Germainê transferi ekîba Brîtanyayê bibû û di 53 pêşbirkan de 29 gol avêtibû.

    Fitbolîstê swêdî bi Manchester Unitedê re şampiyoniya Lîga UEFA Ewropayê, Kûpaya Lîgê û Şampiyoniya Community Shieldê qezenç kir. Li gor nûçeyên çapemeniya Brîtanya û DYAyê fitbolîstê navdar piştî seqetiyê nehat ser xwe û ji ber vê jî biryara ku biçe tîma Lîga Yekem a Fitbolê ya Amerîkayê Los Angeles Galaxyê da ye.

    Bi heman mijarî:

    Serokê kûlubê bi çekê ket qadê, pêşbirk hat betalkirin
    Ji bo telefonên Android pêşbirk û listîkên kurdî yên balkêş!
    Etîketan:
    Fitbol, transfer, peyman, Zlatan Ibrahimoviç, Brîtanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de