13:54 25 Nîsan 2018
    Polîsên Fransa

    Li Fransayê kirîza rehînegirtinê 3 kes jiyana xwe ji dest dan

    © AP Photo / Michel Spingler
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku li başûrê Fransayê li markêtekê çend kesên nenas gule agir kirine û çen d kesan rehîn girtine.

     

    Li gorî agahiyên ku Wezareta Karên Hundir yên Fransayê di twittirê de parve kir: Bûyer li başûrê Fransayê li bajarê Trebesê qewimiye. Tîmên ewlehiyê ji bo mudaxaleyê gihiştinê qada bûyerê.

     

    Di çapemeniya Fransayê de tê gotin ku di marketê de gule hatine agirkirin û kesek jî rehîn hatiye girtin.

    Çavkaniyekî polîsan jî ji Reutersê re ragihandiye ku kesên rehîngirtî 8 heb in. Li gorî agahiyên ku serokê şaredariya Trebesê da, 2 kes birîndar bûne.

    Şahidekî bûyerê jî van agahiyan daye: Kesekî di saet deverê 11:00an de ketiye marketa bi navê ‘Super U’ û dûre jî dengên çekan hatiye.

    Herwiha hat îdiakirin ku kesekî nêzê DAIŞê vê êrişê hildaye ser xwe.

    Li gor çavkaniyên ewlehiyê li bajarokê Carcassonê ku 15 dk dûrê qada bûyerê ye, polîsek ji aliyê kesên nenas ve hatiye kuştin.

     

    17:00 Di kirîza rehîngirtina li Fransayê de kesê ku endamê DAIŞê bû, herdu kesên ku rehîn girtibû û yek jî li derve bi tevahî sê kesan kuşt. Erişkar ji aliyê polîsan ve hat kuştin.

    Bi heman mijarî:

    Fransa bi tundî Îranê hişyar kir
    Fransa: Ketina Tirkiyê ya Efrînê derbeyek e, divê Kurd mafên heq dikin bistînin
    Ji DYA, Brîtanya, Almanya û Fransa daxuyaniya hevpar: Rûsya yekrêziya Brîtanyayê binpê kir
    Fransa: Operasyona dijî Efrînê ne meşrû ye
    Etîketan:
    Daiş, rehîne, Fransa, Fransa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de