15:41 21 Gulan 2018
    Usain Bolt

    Usain Bolt bi Dortmundê re derket antremanan

    © REUTERS / Phil Noble
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rekortmenê jamaîkayî û bezokê berê Usain Bolt, bi tîma ji Lîga Yekem a Fitbolê ya Elmanyayê (Bundesliga) Borussia Dortmundê re derket antremanan.

    Bolt li ser hesabê xwe yê twitterê bi formeyê Borussia Dortmundê wêneyê xwe parve kiribû û li bin wêne "BVB ji bo roja înê amade be" nivîsandibû. Duh hatibû eşkerekirin ku Bolt wê bi tîma elman re derkeve antremanan.

    ​Kûluba elman jî li ser hesabê xwe yê twitterê peyama "bolt tê" bi alîgirên xwe re parve kiribû.

    Û herî dawî Bolt gihaşt miradê xwe. Usain Bolt bi tîma Borussia Dortmundê re derket antremana xwe ya ewil. Hat dîtin ku rekortmene cîhanê di antremanan de gelekî kêfxweş e. Fitbolîstên Dortmund anîn ziman ku ev tiştekî pir xweş e.

    Bi heman mijarî:

    Usain Bolt, bi Borussia Dortmundê re wê derkeve antremanan
    Bolt peymana fîtbolîstiyê mohr kir, wê li Old Traffordê derkeve qadê
    Usain Bolt dest bi kariyera fitbolê dike
    Usain Bolt pêşbirka dawî ya kariyera xwe temam nekir
    Etîketan:
    kulub, Antreman, Atletîzm, Fitbol, Usain Bolt, Elmanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de