07:30 27 Nîsan 2018
    Emmanuel Macron

    Macron: Em dê ti carî piştgiriyê nedin destwerdana Tirkiyeyê ya li Efrînê

    © REUTERS / Wolfgang Rattay
    Ewropa
    Lînkê kurt
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    0 10

    Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron careke din dubare kir ku welatê wî li dijî operasyona Tirkiyeyê ya ku li Efrînê ye û dê ti carî piştgiriyê nede destwerdana Tirkiyeyê li Efrînê.

    Macron îro pêncşemê berî lûtkeya YEyê ya li Brûkselê de axift û got: "Helwesta min derbarê herêma Efrînê de herdem zelal bû. Ez wiha difikirim ku divê em li ser berjewendiyên ewlekariyê yên Tirkiyeyê bifikirin ku ev tiştekî eşkere ye. Lê em ê qet piştgiiryê nedin destwerdana li dewleteke xwedan serwerî wek Sûriyeyê, li gel ku di rewşa şerî de ye jî."

    Herwiha serokkomarê Fransayê diyar kir ku dê qet tiştê ku binpêkirina biryara NYyê (ya li ser ragihandina agirbestê li tevahiya Sûriyeyê bo mehekê) temsîl dike qebûl nekin ku me piştgiriya wê biryarê dabû.

    Herwiha diyar kir ku pirsa têkiliyên Yekîtiya Ewropayê û Tirkiyeyê dê yek ji wan dosyayan be ku dê li lûtkeya Brûkselê were gotûbêjkirin.

    Hêjayî gotinê ye ku Hikûmeta Fransayê di nava xwe de jî tûşî gelek rexneyan hatibû ji ber şêwaza danûstendina wê li gel geşedanên li herêma Efrînê ya bakurê Sûriyeyê ku Tirkiye pêk tîne

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    Tirkiyê bersiv da talan û diziya li Efrînê: Dibe hin koman derveyî fermanê tevgeriyabin
    Misir: Em dagirkeriya Tirkiyê ya Efrînê şermezar dikin
    Nauert: Em ji nûçeyên talana Efrînê yên 48 saetên dawî bi fikar in
    Tirkiye: Amerîka hê ji operasyona Efrînê tênegihîştiye
    ‘ji 200 hezarî zêdetir mirov ji Efrînê reviyan û bê stargeh in'
    Gelo çima YPG wisa ji Efrînê vekişiya?
    Etîketan:
    YE, NY, Emmanuel Macron, EfRÎN, Brûksel, Sûriye, Tirkiye, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de