13:47 25 Nîsan 2018
    Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May

    Hat îdiakirin ku ‘piştî jehrîkirina Skrîpalî polîsekî din ê ingilîz rakirine nexweşxaneyê'

    © REUTERS / Toby Melville
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gorî zanyariyên Daily Maily ya ingilîz polîsekî din ê ku li ser bûyera jehrîkirina ajanê berê yê rûsî Sergey Skrîpalî û keça wî Yuliya dixebitî û li cihê bûyerê temasî objeyekê kiriye bi gumana jehrîkirinê rakirine nexweşxaneyê. Tê gotin ku semptomên wî sivik in.

    Çavkaniyekê ji Daily Mailê re axivî, "Di polîsekî din de delîlên jehrîkirinê hatine raçavkirin. Lê semptomên wî sivik in. Ne wek bûyera bav û keç Skrîpalî ye. Dibe ku li cihê bûyerê temasî objeyekê kiribe."

    Berê jî polîsekî bi navê Nick Bailey roja bûyera ji ber ku rewşa wî giran bûbû rakiribûne nexweşxaneyê.

    Heman çavkaniyekê anî ziman ku ew nizane bê çawa jehrî bûnê le polîs li Nexweşxaneya Salisbury ji piya tê dermankirin, "Semptomên wî sivikin û hewce nake li nexweşxaneyê bê razandin."

    Çavkaniyê herwiha got, "Baileyê ku di dema rewşa wî krît'ik bû rakirine nexweşxaneyê lê niha rewşa wî stabîl e û têkoşîna wî ya jiyanê didome."

    Brîtanyayê bi sedema jahrîkirina sîxurekî berê yê rûsî û keça wî Rûsyayê tawanbar kiribû û biryara dersînorkirina 23 dîplomatên rûsî da bû.

    Bi heman mijarî:

    Rûsyayê hemû balyozên rûsî ji bo bûyera Skrîpal vexwendin Moskowê
    Rûsya di derbarê bi jehrîxistina Skrîpal û mirina Nîkolay Glûşkov de doz vekir
    Wezareta Rûsyayê: Brîtanya an nekarî xwe biparêze an jî bixwe di kuştina Skripal de heye
    Peskov: Divê di mijara Skripal de Brîtanya delîl nîşan de, em ê mesûmiyeta xwe îsbat nekin
    Etîketan:
    Jehrîkirina Skripalî, Sergey Skripal, Nick Bailey
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de