04:07 20 Nîsan 2018
    Nicolas Sarkozy- Muammer Kaddafi

    Serokomarê berê: Heyat li min kirin dojeh

    © REUTERS / Pascal Rossignol
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Fransayê bi îdîaya ku di hilbijartina 2007an de bi awayê gendelî piştgiriya aborî wergirtiye û di çarçoveya lêpirsînekê de hatibû binçavkirin û duhî serbest hatibû berdan Nicolas Sarkozy ragihand ku heyat li min kirin dojeh.

     Serokomarê berê yê Fransayê Nicolas Sarkozy ji stada Camp Nou hat derxistin.
    © REUTERS / Charles Platiau
    Îfadeya serokomarê berê Nicolas Sarkozy ku du roj berê bi îdîaya geneliyê li Fransayê hatibû binçavkirin û piştî serbestberdanê derheqê wî de lêpirsîn hatibû vekirin derkete holê.

    Li gor nûçeya rojnameya Le Figaro, Nicolas Sarkozy di îfadeya xwe ya serdozgeriyê de got: "Ev kampanya reşkirinê ku ji 11ê Adarê ve hatiye destpêkirin heyata min kire dojeh."

    Sarkozy di berdewamiya îfadeya xwe de dibêje: "Ez bûme qurbana kampanyeya bêîtîbarkirinê. Ti delîlên şênber ên îdîayê tinene. Ji ber daxuyaniya Qedafî (Serokê Libyayê yê berê) kurê wî, biraziyê wî, xwarziyê wî û serokwezîrê berê digel ku delîl tinene jî ez teme sûcdarkirin."

    Bi heman mijarî:

    Sarkozy ji stadê avêtin
    Sarkozy: Pêdiviya Ewropayê bi Rûsyayê heye
    Sarkozy ji bo ciwanên bê kar pêşniyara leşkeriya neçarî kir
    Nîcolas Sarkozy dîsa dibe namzetê serokomariyê
    Sarkozy ji bo namzetiya serokomariyê xwe amade dike
    Sarkozy: 'Bêyî hevkariya Rûsyayê DAIŞ têk naçe'
    Etîketan:
    Serokomarê Fransayê yê berê, Nicolas Sarkozy, Fransa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de