02:41 28 Gulan 2018
Heiko Maas, Angela Merkel ve Sigmar Gabriel

Almanya: Dagirkeriya mayînde ya Efrînê wê rewşeke nû derxe holê

© AFP 2018 / ODD ANDERSEN
Ewropa
Lînkê kurt
0 10

Wezîrê Karê Derve yê Almanyayê Haiko Maas ragihand, Tirkiye ji ewlekariya sivîlên Efrînê berpirsiyar e û dagirkeriya mayînde wê bibe mijara hiqûqa navdewletî.

Maas li Meclîsa Federal axivî û destnîşan kir, Tirkiye ji dabînkirina ewlekariya gelê Efrînê yê sivîl berpirsiyar e.

‘MIJARA DAGIRKERIYA MAYÎNDE WÊ RASTIYEKE NÛ DERXE HOLÊ'

Haiko Maas got, "Dabînkirina ewlekariya gelê sivîl ê Efrînê berî her tiştî tê. Tirkiye ji vê berpirsiyar e. Dagirkeriya mayînde û mijara binpêkirina hiqûqa navdewletî dê rastiyeke nû derxe holê."

MERKELÊ ŞERMEZAR KIRIBÛ

Serokwezîra Almanyayê Angela Merkelê jî li ser operasyona Tirkiyeyê ya Efrînê û rûdanên qewimîne gotibû, "Ligel berjewendiyên rewa yên ewlehiya Tirkiyeyê rûdanên li Efrînê nayêne qebûlkirin. Bi hezaran sivîl rastî tunkariyê hatin, hatin kuştin an jî neçar man ku birevin. Em vê rewşê bi awayê herî tund şermezar dikin."

Bi heman mijarî:

Ji Trump bo pîrozkirina Pûtîn: Têkiliya baş bi Rûsyayê re ne tiştekî xerab e, baş e
Tirkiyê bersiva gotinên Merkelê yên bo Efrînê da: Divê piştgiriyê nedin dijberên Tirkiyê
Fransa: Ketina Tirkiyê ya Efrînê derbeyek e, divê Kurd mafên heq dikin bistînin
Li Dubaiyê modeleke rûsî dema xwest xwe ji êrişkarî biparêze pişta xwe şikand
Li Amed, Wan û Stenbolê binçavkirinên Newrozê
Futbolîstê navdar yê berê Ronaldinho kete nava siyasetê
Etîketan:
Efrîn, Sûriye, Tirkiye, Almanya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de