19:29 20 Nîsan 2018
    Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian

    Fransa: Ketina Tirkiyê ya Efrînê derbeyek e, divê Kurd mafên heq dikin bistînin

    © REUTERS / Benoit Tessier
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 70

    Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian got ku ji ber operasyonên Tirkiyeyê rewşa Sûriyeyê xerabtir bûye û hiştiye pevçûn zêdetir bibin.

    'SÛRIYE KETE QONAXEKE NÛ YA XEDAR'

    Le Drian di axaftina xwe ya li baskê jêrîn a parlamentoya frensî de li ser operasyona Efrînê û ketina bajêr a artêşa tirk wiha got:

    "Piştî dorpêçkirina du mehan a tirkan bidestxistina Efrînê, nîşaneya qonaxeke nû ya rewşa xedar a Sûriyeyê ye. Ev yek derbeyeke ku li rewşa mirovî ya welêt hatiye xistin."

    'OPERASYONA TIRKIYÊ HIŞT KU BI DEH HEZERAN EFRÎNÎ DERBEDER BIBIN'

    Le Drian bal kişand ser ku ‘operasyona Tirkiyeyê hiştiye bi deh hezaran ji cih û warên xwe bibin û yên mayî jî di rewşeke xeter de ne ku ji av, elektrîk û alîkariyan mehrûm in.'

    LE DRIAN SPASIYA HSDÊ KIR

    Wezîrê frensî ji ber têkoşîna dijî DAIŞê spasiya xwe li Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) jî kir û mînakên rizgarkirina Kobanî û Reqayê da.

    Le Drian got ku operasyona Tirkiyeyê derbeyek e li dijî operasyonên dijî DAIŞê û bal kişand ser, pêwîst e hêz û jêhatîbûna HSDê (kurdan) were parastin û got, "Bûyerên li Efrînê qewimîne derbeyeke nû li agirbesta mirovî xistiye.'

    'KIRYARÊN LI EFRÎNÊ DIVÊ NEBIN SEDEMA SÛCÊ LEŞKERÎ KU EM ŞAHIDIYA WÊ DIKIN'

    Le Drian di berdewamê de destnîşan kir, divê helwesta wan a ji bo ewlekariya sînoran a bo Tirkiyeyê nebe sedema sûcê leşkerî ku ew niha şahidiya wê dikin û got, "Helwesta Fransayê ew e ku Kurd di çareseriya siyasî ya Sûriyeyê de mafên ku heq dikin bo wan werin dayîn."

    Bi heman mijarî:

    Li Dubaiyê modeleke rûsî dema xwest xwe ji êrişkarî biparêze pişta xwe şikand
    Li Amed, Wan û Stenbolê binçavkirinên Newrozê
    Futbolîstê navdar yê berê Ronaldinho kete nava siyasetê
    Ji Pentagonê mikurhatinek: Zehmete em bi çekên rûsî yên hîpersonîk bikarin
    ‘Operasyona muhtemel a ser Qamişloyê ji bo ermeniyan gefeke mezin e’
    Kremlînê bersiv da îdiayên ‘destjikarberdana Lavrovî'
    Etîketan:
    Tirkiya, Sûriye, Fransa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de