20:22 23 Nîsan 2018
    Deverên dîrokî yên Efrînê

    Merkel: Rûdanên li Efrînê nayêne qebûlkirin, em bi tundî şermezar dikin

    © Sputnik / Waeel Hafian
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 30

    Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel derbarê operasyona Artêşa Tirkiyeyê û hêzên girêdayî wê ya li dijî Efrînê daxuyaniyeke tund da û got rûdanên li Efrînê nayêne qebûlkirin.

    Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel piştî ku di 14ê Adarê de bo cara çaremîn hate hilbijaryin ji meclisaa Almanayê (Bundestag) re axivî û bernameya çar salan ya hikûmeta xwe eşkere kir.

    Merkelê li ser operasyona Tirkiyeyê bo Efrînê wisa axivî  "li gel berjewendiyên rewa yên ewlehiya Tirkiyeyê rûdanên li Efrînê nayêne qebûlkirin. Bi hezaran sivîl rastî tunkariyê hatin, hatin kuştin an jî neçar man ku birevin. Em vê rewşê bi awayê herî tund şermezar dikin."

    ESAD Û RÛSYA JÎ HATIN ŞERMEZARKIRIN

    Merkelê êrişên esmanî yên li dijî Xûtaya Rojhilat a Şamê jî ‘bi dengekî bilind şermezar kir' û Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad sûcdar kir û amaja pê kir ku ‘Rûsya jî li hember van bûyer û rûdanan bêdeng dimîne.'

    ‘QEYRANA PENABERAN ÎSTISNA BÛ, DÊ DÛBARE NEBE'

    Merkelê bal kişande ser rewaş penaberan û wiha pêde çû, "Almanya di qebûlkirina penaberên ku pêwistiya wan bi parastinê heye dê berdewam be û yên ku pêwistiya wan bi parastinê nebe dê ji Almanyayê bêne şandin û ji bo yên ku bo rûniştinê destûr hatiye dayîn entegreyî Almanyayê bibin dê bixebitin. Ger penaberên ku hatine Almanyayê ji aliyê civaka navdewletî ve hatibine jibîrkirin ev ne sûcê Almanyayê ye."

    Bi heman mijarî:

    Merkel cardin wek Serokwezîr hat hilbijartin
    ‘Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel ji Erdogan bêtir tê hezkirin'
    Macron û Merkel dê bi Putin re hevdîtinê bike
    Etîketan:
    şermezakirin, operasyona efrînê, Operasyona li dijî Efrînê, Angela Merkel, Tirkiye, Sûriye, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de