21:49 25 Gulan 2018
Stockholm

'Swêdî ji ber sedemên siyasî naxwazin biçin Tirkiyeyê'

© REUTERS / Ints Kalnins
Ewropa
Lînkê kurt
0 10

Malpera Kompisê ragihand ku li gel swêdî di geştên xwe yên derveyî welatî de guh nadin şêwaza hukimî li welatê ku diçinê jî lê belê hinek awarteyên vê hene û Tirkiye jî yek ji wan e.

Li gorî nûçeyê, hinek geştyarên swêdî naxwazin biçin hinek welatan ku Amerîka û Tirkiye jî di nav wan welatan de ne û sedemên wê jî siyasî ne.

Barometreya geştyariyê ya ku bi alîkariya rojnameya Vagabondê, Wezareta Karên Derve û şirketa ERVyê ya sîgortayê ya Ewropayê tê hesibandin eşkere kir ku swêdî naxwazin biçin Tirkiye û Amerîkayê.

Edîtorê Rojnameya Vagabond Bir Andershonî ragihand ku Tirkiye û Amerîka du welat in ku swêdî wan ji lîsteya xwe ya geştê derdixin.

Li gorî şirovekarê daneyên şirketa Resursê Hanz Timfingî Serokê Amerîkay Donald Trump û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û siyaseta wan herduyan sedema tirsa geştyaran e ku naçin wan herdu welatan.

Bi heman mijarî:

Ji Parlamentoya Ewropayê bo Tirkiyeyê: 'Ji Efrînê derkeve'
Balafirên şer ê Tirkiyeyê dîsa herêma Sîdekan bombebaran kirin
Baksî: Têkiliyên Amerîka û Tirkiyeyê dê xirabtir bibin
Parlamentoya Ewropayê ji Tirkiyeyê re: ‘Ji Efrînê derkevin'
Lavrentyev: Pevbaweriya Rûsya, Îran û Tirkiyeyê gihîşt qonaxeke nû
Etîketan:
Donald Trump, Recep Tayyip Erdogan, Tirkiye, Amerîka, Swêd
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de