17:40 25 Gulan 2018
Girtîgeh - Heps

Di 10 salan de li Tirkiyeyê serjimara mehkûman ji %162 zêde bû ye

© AFP 2018 / Philippe LOPEZ
Ewropa
Lînkê kurt
0 0 0

Di lêkolîna derbarê mehkûmên girtîgehên Ewropayê de hat eşkerekirin ku hejmara girtî û mehkûman mîlyonek û 500 hezar kesî derbas kiriye. Di navbera salên 2006-2016an de di nav dewletên Ewropayê de hejmara girtiyan herî zêde li Tirkiyeyê pêk hatiye.

Li gor nûçeya DW a Tirkî bi hevkariya Konseya Ewropayê û Zanîngeha Lozanê ve îstatîstîkek ji sala 2006-2016an ya derbarê rewşa girtîgehên Ewropayê de li Strasbourgê hat eşkerekirin. Li gor Daneyên îstatîstîkê yên 1ê Îlona 2016an û ji xeynî serjimara mehkûmên Rûsyayê, ii Dewletên Konseya Ewropayê de 859 hezar û 102 girtî û mehkûm hene. Bi hejmara yên Rûsyayê reqem derdikeve mîlyonek û 505 hezar û 187 kesan.
Li gor daneyên 1ê Îlona 2016an li Ewropayê ji 100 hezar kesî re 127 mehkûm dikeve. Rêjeya bilind ya dewletan jî wijha ye, li Gurcistanê (256), Tirkiye (244), Lîtwanya (244), Azerbaycan (236) û Moldova (222). Dewletên xwedî rêjeya herî kêm, San Marîno (6), Îzlanda (37), Hollanda (51), Fînlandiya (56) û Danîmarka (59) ye.

Daneyên îstatîstîkê destnîşan dike ku di heyama salên 2006-2016an de di nav dewletên Ewropayê de hejmara girtiyan herî zêde li Tirkiyeyê pêk hatiye.

Bi heman mijarî:

Ji bo mehkûmên FETOyî li Tirkiyeyê 50 girtîgeh têne vekirin
Buldan: Cihê parlamentaran ne girtîgeh in, parlamento ye
Sizaya ateîzmê li Erebistanê Siûdî: 2.000 qamçi û 10 sal girtîgeh
Cezayê gumanbarê Mutlu Kayayê diyar bû: 15 sal girtîgeh
Etîketan:
Mehkûm, Girtîgeh, serjimar, Girtî, Konseya Ewropayê û Zanîngeha Lozanê, Ewropa
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de