18:44 20 Gulan 2018
    Meclîsa Federal a Elmanyayê

    Meclîsa Federal bo operasyona Efrînê bertek nîşanî Tirkiyeyê da

    © REUTERS / Fabrizio Bensch
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 10

    Serokên Komên partiyên siyasî yên di Meclîsa Federal de operasyona Tirkiyeyê ya dijî Efrînê bi zimanekî tund rexne kirin û ji Berlînê xwestin ku hin gavên berbiçav biavêje. Hat gotin ku Tirkiye wek endamê NATOyê bi binpêkirina mafê mirovan re rûbirû ye û NATO pêwiste li ser vê mijarê biaxive.

    Serokê Komên Partiyên Yekîtiya Xiristiyanan (CDU/CSU) Volker Kauder rexne li operasyona Tirkiyeyê ya dijî Efrînê girt û ji hikumeta Elmanyayê xwest hin gavên berbiçav biavêje. Kauder anî ziman ku divê destur neyê dayin ku komên cîhadîst bajarê Efrînê talan bikin, ji ber van bûyerên li Efrînê diqewimin ez şaş ma me, hikumeta elman divê pêşveçûna Tirkiyeyê ya li Efrînê ji nêz ve bişopîne û mijar di konseya NATOyê de bê guftokirin.

    Kauder di berdewamiya axaftina xwe de got ku Tirkiye wek endamê NATOyê bi binpêkirina mafê mirovan re rûbirû ye û NATO pêwiste li ser vê mijarê biaxive.

    Parlementerê Xiristiyanên Demokrat da zanîn ku li Sûriyeyê pevçûna di navbera Yekîneyên Tirkiye û Amerîkayê de ne îxtîmalek dûr e. Serokê koma Partiya Demokrat ya Civakî Andrea Nahles jî da zanîn ku, "Tirkiye li Efrînê hiqûqa navneteweyî binpê dike û divê çav jê re neyê girtin û hikumeta elman tevdîrên guncav bistîne.

    Bi heman mijarî:

    Pisporê rûsî: Kurdan Efrîn li ser daxwaza Amerîkayê ji Tirkiyê re hişt
    ‘Bila hemû cîhan zanibe di dawiya dawî de Efrîn dê bibe yê Efrîniyan'
    Helbestkaran bo Efrînê nivîsî: Efrîn şe dike porê Kurdistanê
    The Washington Post: Tirkan Efrîn girt, bila Minbic nede dû
    Luksemburgê NATO hişyar kir: Bila Efrîn nebe felaketeke însanî
    ‘Bila Efrîn nebe Helepçeya nû'
    Etîketan:
    Bertek, mafê mirovan, binpêkirin, Efrîn, Volker Kauder, Elmanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de