20:20 23 Nîsan 2018
    ASA

    Ji saziya swêdî daxuyaniya Efrînê: Îxlala hiqûqa navneteweyî ye

    © AFP 2018 / Bulent Kilic
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 10

    Navenda navneteweyî ya rêxistina sivîl a Olof Palme li Swêdê ji bo operasyona Efrînê ya artêşa Tirkiye û Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) daxuyaniyek belav kir.

    Navendê di daxuyaniya xwe de ragihand ku dagirkirina Efrînê li dijî hemû peymanên navneteweyî ye û got: "Ev çalekiyeke şerî ye û îxlala hiqûqa navneteweyî ye. Divê Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) û Yekîtiya Ewropayê li hemberî van çalekiyên Tirkiyeyê helwesteke tund nîşan bidin."

    Ji aliyê din ve Sekretera Giştî ya Navenda Olof Palmeyê Anna Sundstrom jî got: "Gavên Tirkiyeyê yên di vî warî de dijminantiya li hemberî civaka navneteweyî ye. Divê Tirkiye biryara Neteweyên Yekbûyî ya agirbesta Sûriyeyê bi cih bîne."

    Bi heman mijarî:

    Pisporê rûsî: Kurdan Efrîn li ser daxwaza Amerîkayê ji Tirkiyê re hişt
    ‘Bila hemû cîhan zanibe di dawiya dawî de Efrîn dê bibe yê Efrîniyan'
    Helbestkaran bo Efrînê nivîsî: Efrîn şe dike porê Kurdistanê
    The Washington Post: Tirkan Efrîn girt, bila Minbic nede dû
    Luksemburgê NATO hişyar kir: Bila Efrîn nebe felaketeke însanî
    Etîketan:
    Operasyona Efrînê, ASA, Anna Sundstrom, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de