13:52 25 Nîsan 2018
    Mark Rutte

    Holanda: ‘Me xwest ji bo Efrînê Tirkiyê şermezar bikin, lê ji YE û NATOyê piştgirî nehat’

    © REUTERS / Dylan Martinez
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 10

    Serokwezîrê Holandayê Mark Rutte di civîna Serokên Yekîtiya Ewropayê (YE) ya li Parlamentoya Holandayê de, got ku wan xwestiye derbarê êrîşên ser Efrînê de şermezariyê bidin Tirkiyeyê, lê YE û NATOyê piştgirî nedaye.

    Rutte operasyona ser Efrînê wekî hewleke ziyan daye têkoşîna DAIŞê binav kir û wiha axivî: "Piraniya endamên YEyê û hevpeymanên me ji ziyan gihandina têkoşîna dijî DAIŞê û rewşa mirovî bi fikar in. Em bang dikin ku li gor biryara agirbesta hatiye ragihandin tevbigerin û rêzê li prensîbên şer bigirin."

    Serokwezîrê Holandayê herwiha diyar kir ku ew difikire Tirkiye pabendî peymana penaberan a sala 2016an hatiye girêdan, tevgeriyaye.

    Bi heman mijarî:

    OPCW: Bikaranîna çekên kîmyewî li Efrînê nehat piştrastkirin
    Xaça Sor: 14 TIR alîkariyên mirovî bo Efrîniyan hatin şandin
    Amerîka: Ti rêkeftinek bi Tirkiyeyê re li ser Minbicê çênebûye
    Li Parîsê protestoya Efrînê: Çalakvan ber bi meydana Republicayê dimeşin
    Newroz tê pîrozkirin: Îsal Newroz xemgîn e, lê em cejna xwe ya netewî bernadin
    Etîketan:
    Efrîn, Sûriye, tirkiye, Holanda
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de