20:33 23 Nîsan 2018
    Şer û pevçûnên li Cizîrê

    Neteweyên Yekbûyî: Li Tirkiyeyê çand û malên kurdan tên tunekirin

    © Sputnik / O.F Baran
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 40

    Komîserê mafê mirovan ê Neteweyên Yekbûyî (NY) bang li KENY dike ku tawanbarên şerê Sûrîyeyê bêne darizandin. Herwiha NYê ji ber ku zêdêdebûna binpêkirina mafê mirovan ji Tirkiyê xwest ku rewşa awarte rabike.

    NY li ser rewşa awarte ya ku ji hewldana derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê vir ve didome raporekê amade kir. Di raporê de komîseriya bilind a mafê mirovan destnîşan kire ku, "Di pêvajoya rewşa awarte de mafên bi hezaran kesan hatiye binpêkirin. Di nava van îhmalan de mafên wek protesto, azadiya îfadeyê, girtin, û binçevkirin cih digirin."

    Komîserê payebilind ê NYyê Zeyd Raad El Huseyin anî ziman ku "di nava 18 mehan de 160 hezar kes hatine desteserkirin û parêzer, mamoste û akademîsyen jî di nav de 152 hezar kes jî ji kar hatine dûrxistin û gelek ji van jî wek keyfî hatine kirin.

    El Huseyin gotiye ku: "Di pêvajoya rewşa awarte de nêzî 20 biryarnameyên di hukmê qanûnan de hatiye derxistin û van biryarnameyan tenê ji bo berjewendiyên hin kesan hatine bikaranîn."

    NY: ÇAND Û MALÊN KURDAN TÊN TUNEKIRIN

    Herwiha di rapora ku ji 28 rûpelan pêk te de cih dan belgeyên derbarê destserkirin û şkenceyan; "Binpêkirinên mafê mirovan ku ji aliyê hêzên ewlekariyê ve li başûr û rojhilatê (Li herêmên kurdan) Tirkiyeyê bi awayeke cidî berdewam dike. Di nav wan de, kuştin, şkence, hêza bêsînor û tunekirina çand û malen kurdan cih digire. NYê xwet ku bi awayeke berfireh xwegihandina bajarê kurdan jî kir.û

    Herwiha Komîserê mafê mirovan ê Neteweyên Yekbûyî (NY) bang li KENY dike ku tawanbarên şerê Sûrîyeyê bêne darizandin.

    Bi heman mijarî:

    SANA: Artêşa Tirkiyeyê tesîsa Serê Kaniyê topbaran kir
    Keşeyê ku Trump ew ji Tirkiyeyê xwest bi hevkariya PKKê hat sûcdarkirin
    Partiya Saadetê: Li Tirkiyeyê krîza aboriyê heye lê hikumet ser wê digre
    Li Deryaya Sor li dijî Îran û Tirkiyeyê civîneke veşartî hat lidarxistin
    Etîketan:
    maf, çand, kurd, NY
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de