17:13 25 Nîsan 2018
    Hevserokê PYDê Salih Muslim

    Pêvajoya derbarê Salih Muslim de bi dawî bû

    © AFP 2018 / JACQUES DEMARTHON
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 10

    Çekyayê daxuyand ku pêvajo derbarê hevserokê berê yê HDPê de hatiye bidawîkirin. Bi vê biryarê re mercê ku digot divê Muslim ki welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) be jî rabû.

    Rayedarên Çekyayê daxuyand ku pêvajoya radestkirina Salih Musli îro bi dawî bûye.

    Hevserokê berê yê PYDê Salih Muslim di 24ê Sibatê de li bajarê Pragê yê paytexta Çekyayê hatibû desteserkirin û di 27ê Sibatê de piştî derketibû pêşberî dadgehê hatibû berdan. Li beramberî berdanê jî dadgehê biryar dabû ku Muslim divê ji welatên Yekîtiya Ewropayê veneqete. Biryara derbarê Muslim de rastî berteka tund ya dewleta tirk hatibû.

    Biryara nû ya Çekyayê tê wê wateyê ku doza derbarê Salih Muslim de bi tevahî hat girtin.

    Berdevkê dozgeriyê Stepanka Zenklova got, "Dozgeriyê pêvajo da rawestandin ji ber ku Salih Muslim ne li ser xaka Çekyayê ye û ji ber vê yekê jî nabe pêvajoya radestkirinê were berdewamkirin."

    Parêzerê Muslim Miroslav Krutina jî anî ziman ku li gorî vê biryarê êdî ne pêwîst e ku Salih Muslim li ser xaka YE bimîne û got, "Ew êdî azad e."

    Bi heman mijarî:

    Hat îdiakirin ku Interpolê dosyeya Salih Muslim û hin kesên din rawestandiye
    'Salih Muslim ji Swêdê derket û Tirkiyeyê encam ji nota xwe negirt'
    'Tirkiye ji Almanyayê daxwaza girtina Salih Muslim kir'
    Wê Çekya rastbûn û nerastbûna binçavkirina Salih Muslim lêkolîn bike
    Salih Muslim: Tenê Rûsya dikare êrîşên Tirkiyeyê rawestîne
    Muslim: Vekişîna ji Efrînê nayê wateya wendakirina şerî
    Swêdê daxwaza Tirkiyeyê ya ji bo Muslim red kir
    Etîketan:
    biryar, Hevserokê berê yê PYDê, Salih Muslim, Çekya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de