14:56 19 Nîsan 2018
    Sergey Skripal

    Polîsê Brîtanyayê: Me pêwendî di navbera jehrîkirina Skripal û cînayeta Gluşkovî de nedît

    © REUTERS / Henry Nicholls
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Lêpirsîna di kuştina CEOyê berê yê Aeroflot Nikolai Gluşkovî dewam dike. Scotland Yardê ragihand ku ti pêwendî di navnera cinayeta Gluşkovî û ya jehrîkirina casûsê rûsî yên Sergey Skripalê bi gaza sînîran de nehatiye dîtin.

    Polîsê brîtanî mirina Gluşkovî ya di 14ê Adarê de li berbajarê New Maldenê yê li başûrê Londonê de gumana cinayetê vedikole.

    Gluşkovê ku di salên 90î de li Rûsyayê birêveberiya giştî ya şirketa firînan a Aeroflotê û şirketa otomobîlan a bi navê LogoVAZ hevalê xwe yê dijberê olîgark Boris Berezovski dikir lê ji ber gendeliyê bi girtinê hatibû sizakirin û piştî wê ji bo penaberiyê xwe spartibû Brîtanyaye.

    Hêjayî gotinê ye ku Gluşkov dostê nêzîk ê rûsê olîgark Berezovsk bû ku di sala 1999an de bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtînî re li hev nekiribû, piştî wê reviyabû Brîtanyayê û sala 2013an miribû.

    Berezovksi di serşoka mala xwe ya li Bershireê bidarvekirî hatibû dîtin û polîs jî li ser îhtîmala xwekuştinê sekinîbû. Gluşkov jî ji rojnameya Guardianê ev tişt gotibûn: "Ez piştrast im ku Boris hatiye kuştin. Agahiyên gelekî cuda ji yên di medyayê de li cem min hene".

    Gluşkov di xiyaba xwe de li Rûsyayê hatibû darizandin û di doza Aeroflotê de bi diziya 123 milyon dolaran sizaya 8 salan li girtîgehê stendibû. Ji ber ku Aeroflotê doz biribû Lodnonê, Gluşkovê ku di 12ê Adarê de neçûbû daniştina dadgehê, di heman şevê de li malê mirî hatibû dîtin.

    Bi heman mijarî:

    Peskov: Ji bo lêpirsîna bûyera Skripal em amade ne bi Îngîltereyê re hevkariyê bikin
    Putin: Divê Îngiltere mijara Skripal çareser bike
    Gef li rojnamevana rûsî ya bûyera Skripal dişopand hat xwarin: Tê bi derba şûr bimirî
    Peskov: Eleqeya me bi jehrîxistina Skripal tune ye, em tewambariyê qebûl nakin
    Trump: Tê dîtin ku li pişt jehrîkirina Skripal Rûsya heye
    Etîketan:
    Vladîmîr Pûtîn, Sergey Skripal, Brîtanya, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de