07:49 27 Nîsan 2018
    World Cup 2018

    Deniz Naki ji bo Efrînê li pêşberî NYyê dest bi girêva birçîbûnê dike

    © Sputnik / Alexey Filippov
    Ewropa
    Lînkê kurt
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    0 20

    Futbolîstê berê yê Amedsporê Deniz Naki sibe ji bo piştgiriya gelê Efrînê li pêşberî avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Cenevreyê dest bi girêva birçîbûnê dike.

    Deniz Naki yê ku demek berê li Almanyayê rastî êrişêke hatibû û ji ber ‘fişarên ewlehiyê' venegeriyabû Tirkiyeyê ragihand ku ji bo Efrînê dest bi grêva birçîbûnê dike.

    Nakî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da û tê de destnîşan kir, "Ji bo piştgiriya gelê Efrînê yê ku li dijî barbarîyê têdikoşe û ji bo bibîrxistina berpirsyariya Neteweyên Yekbûyî em ber bi Cenevreyê ve dikevine rê. Di serî de ciwan dive hemû gelê me sibe saet 12an li pêşberî avahiya NYyê bin. Em di girêva birçîbûnê de ne."

    Hêjayî gotinê ye ku demek berê Naki li Almanyayê rastî êrîşeke çekdarî hatibû û herwiha ji ber daxuyaniyên xwe yên dijî şerê Efrînê jî Federasyona Futbolê ya Tirkiyê (TFF) cezayê menkirina heta hetayê ji futbolê dabyê.

     

     

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    Deniz Naki: Ceza nikarin min aştî, azadî û welatperweriyê dûr bixin
    Deniz Naki, li Tirkiyê ji fûtbolê hate men kirin
    Parêzerê Deniz Naki: Polîsên Almanyayê li ser çeteyên tirk ên nijadperest radiwestin
    Deniz Naki : Ez natirsim, ji sekna xwe tavîz nadim
    Werzîşvanê Amedsporê Deniz Naki rastî êrişa çekdarî hat
    Tîma almanî piştgirî da Deniz Naki
    Cezayê girtîgehê li futbolîst Deniz Naki hate birîn
    Etîketan:
    Dijberiya Şer, Grev, Daxuyanî, Neteweyên Yekbûyî, NY, Deni Naki, Cenevre, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de