05:43 22 Nîsan 2018
    Cristiano Ronaldo

    Ronaldo di kariyera xwe a profesyonel de hat-tricka 50emîn kir

    © REUTERS / Sergio Perez
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Di La Lîgayê de Real Madrid bi tîma Gironayê re têkoşiya. Di pêşbirka ku Ronaldo 4 gol avêt de Real Madridê pêşbirk 6-3 qezenç kir. Cristiano Ronaldoyê 33 salî di pêşbirka ku hêsan qezenç kirin de hat-tricka kariyera xwe a profesyonel ya 50emîn kir.

    Di hefteya 29em a La Lîgaya Spanyayê de Real Madrid û tîma Gironayê hatin hemberî hev. Di pêşbirka ku li stada Santiago Bernabeuyê hat lîstin Real Madridê tîma mêvan bi skora 6-3 têk bir. Cristiano Ronaldoyê 33 salî di pêşbirka ku hêsan qezenç kirin de hat-tricka kariyera xwe a profesyonel ya 50emîn kir.

    Nîva ewil a pêşbirkê bi gola Ronaldo (dq.11) û Cristhian Stuani (dq. 29) ve 1-1 bi beranberiyê ve qediya. Di nîva duyem de fitbolîstê stêrk Cristiano Ronaldo di deqîqeyên 47, 64 û 90î de, Lucas Vazquez di deqîqeya 59an de û di 86an de jî bi Gareth Bale ve tîma xwedîmal gihaşt encamê. Golên Gironayê di deqîqeya 67an de ji Stuani û di deqîqeya 88an de ji Juanpe ve hat. Her wiha pêşbirk bi skora 6-3an ve bi serdestiya Realê ve bidawî bû.

    Bi heman mijarî:

    Fitbolîstê portekîzî Ronaldo, alîkariya zarokên sûriyeyî kir
    Ji Cristiano Ronaldo reqorek din hat
    Ronaldo cara 4emîn wek futbolîstê salê hat hilbijartin
    Navê Ronaldo dan balafirgeha bajarê ku lê çêbûye
    Etîketan:
    Santiago Bernabeu, qad, hat-trick, gol, Pêşbirk, Cristiano Ronaldo, Spanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de