13:51 25 Nîsan 2018
    Berf

    Longyearbyen, bajarê ku mirin lê qedexe ye

    © Sputnik / Maksim Blinov
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li bajarê Longyearbyen ya Nîvgirêva Svalbard a Norweçê ji sala 1950yî ve mirin qedexeye. Bajarê ku xwedî 2000 serjimêre, tevahiya mehên zivistanê di şevê de derbas dike û di bin xetereya hirçan de ye.

    Li Longyearbyen ya girêdayî Nîvgireva Svalbard a Norweçê ye ji ber sir û seqama tûj, laşê kesên ku dimrin qeşa digrin û xera nabin. Her wiha ji sala 1950yî ve mirina mirovan li vî bajarî derqanûnî ye. Di nûçeya The Sunê de hat eşkerekirin ku termên kesên ji ber nexweşiyekê di sala 1918an de jiyana xwe winda kiribûn, di sala 1998an de ji gorê hatin derxistin û bi saya nimûneyên ku ji terman hatin wergirtin sedema mirina wan kesan diyar bûn. Niştecihên bajêr ku zêdetir karkarên kana madenên ne, ji ber ku term xerabin ji belavbûna nexweşiyan ditirsîn û binaxkirina kesên dimrin li goristanan qedexe kirin e.

    Ji Zanîngeha Teknolojî û Zanist Norweçê Jan Christian Meyer, ji The Sunê re daxuyand ku li bajêr kesê li ber mirinê be gel wî ji bo ji bajêr derbixe çi ji dest tê dike, li bajêr zarok kêm çêdibin, her çiqas li Svalbardê nexweşxaneyek biçûk hebe jî jinên ducanî tên teşwîkkirin ku li derveyî bajêr bên dermankirin.

    Li bajarê Longyearbyenê ji ber ku li bakur e, 4 mehê wê di bin tariyê de derbas dibe, her wiha hejmara hirçên ku nîvgiravê wek mala xwe dibinin nêzî 1000î ye û ji bo gel xeternakek mezine.

    Bi heman mijarî:

    Berfê jiyan rawestand
    Hevseroka Kantona Efrînê: Li Efrînê jiyan bi awayek normal didome
    Li Efrînê jiyan asayî ye: Em natirsin!
    Berf û bahoz jiyan rawestand: Rewşa Awarte hat ragihandin
    Li Stenbolê barana gij û bahozê jiyan tarumar kir
    Etîketan:
    hirç, jiyan, Mirin, Qedexe, The Sun, Norweç
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de