02:22 20 Nîsan 2018
    Li Hewlêra paytexta Kurdistanê li bajarê Silêmanî, Helebçe û Çemçemalê xwepêşandanên ji bo piştgiriya Efrînê hatin lidarxistin.

    Dîplomatê amerîkî piştgirî da konê alîkarî yê Efrînê

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 40

    Hat ragihandin ku Balyozê Amerîka yê li Holandayê serdana konê gireva piştevaniya Efrînê ya li pêş parlemantoya Holandayê kirin.

    Li gor zanyariyên berdest, Balyozê Amerîkayê yê li Holandayê Peter Hoekstra û Sekreterê Partiyeke Xiristiyan a Holandayê serdana konê girevê yê piştgiriya Efrînê kirin û guhdariya daxwazên çalakvanên kurd kirin. Çalakvanên kurd ji Balyozê Amerîkayê xwestin ku welatî ji bo parastina sivîlên Efrînê û rawestandina şer bikevin nav tevgerê.

    Ev çend roj in hejmarek çalakvanên kurd, konekî girevê li pêş Parlemantoya Holandayê vedane û ketine gireva birçîbûnê, daku piştevaniya xwe ji bo Efrînê nîşan bidin û bala raya giştî ya cîhanê bikişînin ser rewşa Efrînê.

    Artêşa Tirkiyeyê ji 20ê Berfenbarê ve li hemberî Efrînê dest bi operasyoneke berfireh a leşkerî kiriye.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Ji ber bombebaranê nexweşxaneyên Efrînê têne veguhestin
    Fermandarê Amerîkayê: Me li şûna hêzên çûne ‘Efrînê’ hêza teqwiye şand Minbicê
    Nauert: Agahiyên dorpêçkirina Efrînê yên piştrastkirî li ber destê me nînin
    Erdogan û Merkelê behsa Efrînê kir
    Bahman Qobadî: Divê em ji bo Efrînê bibin yekdeng
    Parlamentoya Ewropayê ji Tirkiyeyê re: ‘Ji Efrînê derkevin'
    Etîketan:
    Balyozê Amerîkayê yê li Holandayê, Peter Hoekstra, Efrîn, Hollanda
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de