00:58 26 Nîsan 2018
    Parlamentoya Ewropayê

    Parlamentoya Ewropayê ji Tirkiyeyê re: ‘Ji Efrînê derkevin'

    © REUTERS / Vincent Kessler
    Ewropa
    Lînkê kurt
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    0 60

    Parlamentoya Ewropayê (PE) pêşnûmeya derbarê Sûriyeyê ku banga ‘Ji Efrînê derkeve' bi piraniya dengan hat qebûlkirin.

    Pêşnûmeya hevpar ya ji aliyê komên Kesk, Lîberal, Muhafazekarî, Demokratên Sosyalîst û Demokratên Xrîstiyanan ve ya derbarê Sûriyeyê de ku amadekiribûn î ro li Strasbûrgê bi piraniya dengan hat qebûlkirin. Di metna ku bi 372 dengan hat qebûlkirin de rexneyên tund li operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê hat girtin, "Parlamentoya Ewropayê ji operasyona li dijî Efrînê ku di bin kontrola kurdan de ye, ya Tirkiyeyê gelek bifikar e." Herwiha 241 kesan jî denge ‘Na' bikar anîn.

    BANGA LEŞKERÊN XWE BIKŞÎNIN HAT KIRIN

    Di pêşnûmayê de hat xwestin ku, "Tirkiye leşkerên xwe ji Efrînê bikşîne û rola erenî ji bo çareseriya li Sûriyeyê bilîze. Tirkiye dibêje berjewendiyên netewî heye, lê vekirina cepheyeke nû li Sûriyeyê ne li girî berjewendiyên ewlehiya Tirkiyeyê ye. Herwiha Parlamentoya Ewropayê Efrîn jî di nav de li seranserê Sûriyeyê banga agirbestê kir.

    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li ser pêşnûmeya Parlamentoya Ewropayê ya ji bo Efrînê axivî bû û bertek nîşanê vê pêşnûmayê dabû û gotibû ku "Xwe qet li tiştekî wisa xweş nekin."

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    Erdogan ji bo Efrînê bersiv da PE: Xwe lê xweş nekin
    Berovajî gotinên Lavrov, Tirkiye wê ji Efrînê venekişe
    PAK: Dixwazin tiştên anîne serê ermen û rûman, bînin serê Efrînê jî
    Şelal Gedo: Tu hêzên kurdî beşdarî êrişên dewleta tirk a li ser Efrînê nebûye
    Lavrov: Kiryarên DYAyê yên li Sûriyeyê, operasyona Tirkiyeyê a dijî Efrînê proveke kir
    Etîketan:
    kurd, pêşnûma, Parlamentoya Ewropayê (PE)
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de