17:36 20 Nîsan 2018
    Emmanuel Macron, Donald Trump, Theresa May

    Ji DYA, Brîtanya, Almanya û Fransa daxuyaniya hevpar: Rûsya yekrêziya Brîtanyayê binpê kir

    © AP Photo / Luca Bruno
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 10

    Serokê Amerîkayê Donald Trump, Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May, Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron daxûyeke hevpar dan: Ji Şerê Cîhanê û vir ve cara ewil gaza kujer hat bikaranîn. Ev yek yek li dijî serweriya Brîtanyayê êrişkariyê. Ji bilî sûcdariya Rûsyayê tu daxuyaniyeke mentiqî tune ye.

    Piştî kuştina sixûrê berê yê rûsî Sergey Skripal û keça wî Yuliya ku îstîxbarata Brîtanî re dixebitî li bajarê Salisbury a Brîtanyayê bi gaza kujerî hate kuştin bi tawanbarkirina Rûsyayê rakêşî tê zêdekirin.

    Vê carê jî Serokê Amerîkayê Donald Trump, Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May, Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron daxûyeke hevpar belav kirin.

    Her çar serokan êrişa li bajarê Salisburyê şermezar kirin û diyar kirin ku li Ewropayê ji dema Şerê Cîhanê yê Dûyemîn ve cara ewil e ku gaza kujer hat bikaranîn.

    Herçar serokan ev yek weke ‘binpêkirina serweriya Brîtanyayê' binav kirin.

    Di daxuyaniyê de hat gotin ku bikaranîna gaza kujerî ji aliyê dewletekê ve bi awayekî eşkere binpêkirina Peymana Çekên Kîmyayî û hiqûqa navnetewî ye, "Ev yek fişar e li ser ewlehiya me gişan"

    Her wiha di heman daxuyaniyê hat gotin, "Brîtanyayê ji hevpeymanên xwe re got ku berpisyarê êrişê bi ihtimaleke mezin Rûsya ye. Ji vê pê ve tu daxuyaniyê mentiqî tune ye" daxuyanîyê wisa dewam kir, "Rûsya divê bersivê bide daxwazên rewa yên Brîtanyayê ye."

    Her çar welatan ev daxwaz rêz kirin:

    "Em bangî Rûsyayê dikin ku derbarê êrîşê de bersiva hemû pirsan bide. Rûsya bi taybetî derbarê bernameya Noviçok (gaza kujer ya sinîr) de bi awayekî bi rêk û pêk agahiyan bide Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW/RQÇK"

    Trump, May, Merkel û Macron wiha dawî li daxuyaniya xwe anîn:

    "Ji ber negirtina berpirsyariya Rûsyayê ku ev yek ji xwe re kiriye xillet, em nîgeran in. Em bangî Rûsyaya ku yek ji endamên daîmî yê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) dikin ku berpirsyariya xwe ya ewlekariyê bîne cih."

    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de