15:47 22 Nîsan 2018
    Gavin Williamson

    Wezîrê Parastinê yê Brîtanyayê: Bila Rûsya biçe û devê xwe bigire

    © AFP 2018 / AHMAD AL-RUBAYE
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Di vê dema ku Moskow behsa bersiva dersînorkirina 23 dîplomatên xwe dike de, Wezîrê Parastinê yê Brîtanyayê Gavin Williamsonî got ku "bila Rûysa biçe û devê xwe bigire."

    Piştî ku serhengê îstîxbarata rûsî (GRU) serheng Sergey Skripal yê ku MI6ê di ew kiribû yê xwe û qîza wî Yuliyali brîtanyayê bi gaza sînîran hatin jehrîkirin û Londonê Moskow bi jehrîkirina wî tawanbar kir, atmosfera Şerê Sar careke din vegeriya.

    Piştî ku Serokwezîra Brîtanyayê Theresa Mayê biryara dersînorkirina 23 dîplomatên rûsî ragihand, vê carê Wezîrê Parastinê yê Brîtanyayê Gavin Williamson axift.

    Williamson li ser çawaniya bersiva Moskowê ji bo dersînorkirina 23 dîplomatên rûs axift û wiha got:

    "Divê Rûsya biçe û devê xwe bigire. Lê hikûmetê dê binirxîne bê wê çawa bike. Ew ê şaş be ku ji niha ve hukimekê bibire."

    Williamsonê ku ji sala 2017an ve bûye wezîrê parastinê, ev yekem car e ku axiftineke giring dike, behsa tehdîdên  li himberî Brîtanyayê, nûjenkirina programa parastinê, veberhênanên zêdet,r hêzên çekdar û jehrîbûna casûsê rûsî Skripalî kir.

    Rojnamevanekî bi bîr anî ku Moskowê gotiye ku dîplomatên brîtanî yên li Moskowê dersînor bikin û pirsî bê gelo Brîtanya dê bi paketeke din bersiva vê bide yan jî bersiveke leşkerî jî di nav ihtimalan de ye yan na.

    Wezîrê ku tecrubeyeke wî ya leşkerî tine wiha got:

    "Em ê binerin bê Rûsya dê çi bersivê bide tiştên me kiriye. Rûsyayê teqez tiştekî menfûr li erda me kiriye. Me jî berteka xwe nîşan da. Eger em zelal biaxivin, bila Rûsya biçe û devê xwe bigire. Lê eger bersivê bidin kiryarên me, em ê binirxînin û li bijarteyên xwe hûr bibin. Lê hîn zû ye ku em ji niha ve biaxivin."

    Berî niha jî Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov gotibû "em ê dîplomatên rûsî dersînor bikin".

    ZAXAROVA: TIŞTEK HEYE KU DIXWAZIN VEŞÊRIN

    Moskowê di cih de bersiva Williamsonî da.

    Berdevkê Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarovayê li ser rûpela xwe ya Facebookê ku ji tona dengê Wezîrê Parastinê yê Brîtanyayê nîşan dide ku tiştek heye û London dixwaze veşêre."

    Herwiha Zaxarovayê diyar kir ku di çarçoveya Peymana Çekên Kîmyewî de Brîtanya agahiyan derbarê gaza sînîran a ku li erda wê hatiye bikaranîn parve bike lê nekiriye û wiha dewam kir: Diyar e ku hevparên me(brîtanî) rageş û bifikar in".

    Bi heman mijarî:

    Brîtanyayê ji bo Arakanê bangewazî kir
    Li Brîtanyayê xwenîşandan li dijî firotina çekan bo Tirkiyeyê hat lidarxistin
    Şandeke Brîtanyayê çû serdana Bafil Talabanî û Lahor Talabanî
    Wezîrê Berevaniyê yê Brîtanyayê îstifa kir
    Wezîrê nû yê Berevaniyê yê Brîtanyayê diyar bû
    Rûsya bertek da Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May
    Etîketan:
    Mariya Zaxarova, Gavin Williamson, Theresa May, Sergey Skripal, Moskow, Rûsya, Brîtanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de