05:51 23 Hezîran 2018
Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May

Ji dema Şerê Sar û ta niha mezintirîn deport: Brîtanya 23 dîplomatê rûsî dersînor dike

© AP Photo /
Ewropa
Lînkê kurt
0 0 0

Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May, sîxurê rûsî Sergey Skripal ku bi keça xwe Yuliya re demek berê li Londrayê bi xaza kujer hatibûn kuştinê de ragihand ku ew dê 23 dîplomatên rûsî dersînor bikin û piştî Şerê Sar dê îhrackirina herî mezin be.

May li baskê jêr yê Kamaraya Avamê ya Parlementoya Brîtanyayê derbarê bûyera Skripal daxuyanî dan. May diyar kir ku 23 dîplomatên rûsî ku amajê pê dike ku têkiliya wan bi bûyerê re heye dê dersînor bikin û ji bo ku xwe bidin ser hev hefteyek dem da wan.

May "Piştî kuştina ajanê rûsî Aleksandr Litvinenko me 4 dîplomatên rûsî dersînor kiribûn. Sebaret Hevpeymana Viyenayê niha jî em 23 dîplomatên rûsî dersînor dikin. Li gorî wê yekê ji bo ku Brîtanyayê biterikînin hefteyekê wan heye."

‘EV DERSÎNORKIRIN DÊ DEMEKE DIRÊJ BIZAVÊN RÛSYAYÊ LI BRÎTANYAYÊ SÎNORDAR BIKE'

May daxuyand ku ev dersînorkirin ji dema Şerê Sar û vir ve dersînorkirina herî mezin e û îdia kir ku "dersînorkirina dîplomatên rûsî dê demeke dirêj bizavên Rûsyayê li xaka Brîtanyayê sînordar bike."

JI BER BÛYERA SKRIPALÎ BRÎTANYA WEK TEVDÎR CIVÎNÊN DÎPLOMATÎK ÊN BI RÛSYAYÊ RADIWESTÎNE

May anî ziman ku ji ber bûyera Skripalî weke tevdîr rawestandina hemû hevdîtinên dîplomatîk têne axaftin û got di dema Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2018an ji endamên şehînşahiyê û wezîrên ingilîz dê neçin Rûsyayê.

​VEXWENDNAMEYA BRÎTANYAYÊ BO LAVROV HATE BETALKIRIN

Herwiha May teqez kir ku vexwendnameya Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bo Brîtanyayê hatiye betalkirin.

‘GER EM DELÎLAN BIBÎNIN EM DÊ FEALIYETÊN RÛSYAYÊ RAWESTÎNIN'

May destnîşan kir ku eger em delîlan bi dest bixin ku metrisiyan wan li ser jiyan û milkên ingilîz bibînin em dê fealiyetên Rûsyayê rawestînin. Serokwezîra Brîtanî, "Daîreya Sûcên Netewî rûs jî tê de ji bo hemû elîtên ku tevlî gendeliyê bûne dê xebatên xwe bidomîne. Pêwistiya me bi kesên wiha û pereyên wan tune ye."

‘TEVGERÊN PÛTÎNÎ YÊN WIHA TRAJÎK IN'

May amajê pê kir tevgerên Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn trajîk in. May herwiha got tu pirsgirêka me ya bi hevwelatiyên rûsî li Brîtanyayê tune ye.

Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de