17:39 24 Hezîran 2018
Xwenîşandanên ji bo Efrînê li Parîsê

Xwenîşandanên ji bo Efrînê li Parîsê: Gaza rondikrêj hat bikaranîn

© Sputnik /
Ewropa
Lînkê kurt
Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (533)
0 01

Li paytextê Fransayê, Parisê bi sedan kesan ji bo protestokirina êrişên li ser Efrînê xwepêşandanek li dar xist.

Di xwepêşandanên êvara roja Sêşemê ya li pêşîya balyozxaneya DYAyê de di encamê mudaxaleya polîsan de herî kêm 10 kes birîndar bûn. Li gor ragihandina peyamnêrê Sputnikê yê li Parîsê, xwepêşandanan heta derengiya şeva sêşemê berdewam kiriye.

​Polîsan gelek kes binçav kirine û li otobûsan siwar kirin, piştî ku polîsan girse belav kir, dîsa xwepêşandar vegeriyan û bi sloganên li dijî Erdogan û Tirkiyeyê protesto berdewam kirin.

​Yek ji xwepêşandaran ji peyamnêrê Sputnikê re wiha got: “Polîsan êriş li me kirin û gaza rondikrêj li dijî me bikar anî. Di nav me de jin jî di nav de gelek kesên temenmezin jî hebûn. Bi dehan kes birîndar bûn. Eger hûn li ambûlansan binêrin hûn ê bibînin ku hemû jî bi birîndaran tijî ne. Di destên me de ji bilî alayan tişteke din tune bû”.

​Ew  çend roj in kurd li Parîsê xwepêşandanên protestoya êrişên li ser Efrînê berdewam dikin. Heta niha herî kêm 35 xwepêşandar ji alîyê polîsên fransî ve hatine desteserkirin.

Xwenîşandana kurdan li Parîsê ji bo Efrînê
© Sputnik /
Xwenîşandana kurdan li Parîsê ji bo Efrînê

Hevserokê PYDê Şahoz Hesen Hesen  ji bo Efrînê bangî piştevaniyê kir û ev tişt gotibûn: "Em ji hemû Kurdistaniyan, dostên gelê kurd û hemû welatên cîhanê daxwaz dikin ku li dijî êrîşên Tirkiyeyê bi xwepêşandan û piştevaniya xwe bergiriya Efrînê bikin û xelkê Efrînê rizgar bikin."

Mijar:
Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (533)

Bi heman mijarî:

NY û Heyva Sor a Sûriyeyê: Em ê alîkariya mirovî bişînin Efrînê
Serokê almanî ji ber ku li dijî operasyona Efrînê derket bi kuştinê hat tehdîd kirin
YPGê pêşniyara vekişîna ji Efrînê red kir
Fermandarê YPGê: Sivîl li Efrînê bûne mertalên zindî, kes ji bajêr dernakeve
YPG: Wê şer dirêj bajo, em ê heta dawiyê Efrînê biparêzin
Etîketan:
rondikrêj, polîs, DYA, Amerîka, Sûriye, Fransa, Parîs, Efrîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de