20:51 21 Hezîran 2018
Jean-Yves Le Drian

Fransa: Operasyona dijî Efrînê ne meşrû ye

© Foto: Almanar News
Ewropa
Lînkê kurt
0 20

Fransayê rexneyek din li operasyona dijî Efrînê a dewleta Tirkiyeyê girt. Wezîrê Karên Dervê yê Fransayê Jean-Yves Le Drian bilêv kir ku operasyona dijî Efrînê ne meşru ye û têkoşîna li hember DAIŞê qels dike û her wiha rewş krîtîk û cidî ye.

macron
© REUTERS / Francois Lenoir
Wezîrê Karên Dervê yê Fransayê Jean-Yves Le Drian di dema axaftina xwe ya ji parlamentoyê re dikir, operasyona artêşa Tirkiyeyê bibîr xist û rexne li dewleta Tirkiyeyê girtin. Jean-Yves Le Drian da zanîn ku, "Em fikarên ewlehiya sînor ya dewleta Tirkiyeyê fahm dikin, lê ketina hundirê herêma Efrînê em meşru nabînin."

Wezîrê Karên Dervê yê Fransayê wiha pê de çû, "Endîşeyên ewlehiya sînor a dewleta Tirkiyeyê tê fahmkirin û meşru ye, lê divê ev jî bê gotin ku, rewşa li herêmê, ketina Tirkiyeyê ya hundirê herêma Efrînê meşru nake." Wezîrê frensî ji aliyê din ve jî got operasyona dijî Efrînê têkoşîna li hember DAIŞê qels dike û her wiha rewş krîtîk û cidî ye.

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron jî di rojên ewil yên operasyona artêşa Tirkiyeyê de eşkere kiribû ku divê ev operasyon nebe dagirkerî û Enqereyê bertek nîşanî gotinên Macron dabû.

Bi heman mijarî:

Fransa: Divê rewşa Efrînê neyê piştguhkirin
KENY bi daxwaza Fransa û Brîtanyayê ji bo 'serneketina' agirbesta Sûriyeyê dicive
Fransa bi tundî Îranê hişyar kir
Fransa: Em kurdan tenê nahêlin
Fransa: Operasyona Tirkiyeyê li Sûriyeyê qanûna navdewletî bin pê dike
Etîketan:
Herêm, artêş, Fransa, operasyon, Efrîn, Jean-Yves Le, Fransa
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de