10:05 19 Hezîran 2018
Almanya- Türkiye

Polîsên Almanyayê ji ber şewitandina saziyên tirkan bala xwe didin komên kurdan

© Sputnik / PATRIK STOLLARZ
Ewropa
Lînkê kurt
0 01

Li Eyaleta Baden-Württembergê ya Almanyayê li hemberî mizgefteke tirkan êrîşek hatibû pêkanîn. Hêzên ewlehiyê di lêpirsîna xwe ya derbarê êrîşê de li ser komên kurdan disekinin.

Li gorî nûçeyeke DWya Tirkî li bajarê Lauffenê yê eyaleta Baden-Württembergê ya Almanyayê li dijî mizgefteke tirkan êrîşa pêk hat. Polîsên Almanyayê di lêkolîna xwe ya derbarê bûyerê de bi giranî li ser komên kurdan disekinin.

Dozger û rayedarên ku lêpirsîna dozê dimeşînin di daxuyaniya xwe de parast ku li Almanyayê li ser malperên nêzikî PKKê daxuyanî û vîdeoyên derbarê êrîşê de hatine weşandin û hat gotin ku hêzên ewlehiyê jî di vê çarçoveyê de li ser komeke bi navê "Ciwanên Kurd yên Bihêrs" disekinin.

Di nûçeyê de hat ragihandin ku di vê dema dawî de êrîşên li dijî mizgeft û saziyên tirkan zêde bûne. Di dawiya vê hefteya borî de li Berlînê Mizgefta Koca Sînan, li bajarê Meschedê Komeleya Dostaniyê ya Tirk-Almanan û li bajarê Itzehoe jî mizgefteke din rastî êrîşê hatibûn. Herwisa avahiya Ulkucuyên tirkan jî rastî êrîşên molotofkokteylê hatibû.

Bi heman mijarî:

Li Ewropayê ji bo piştgiriya Efrînê xwepêşandan hatin lidarxistin
Rûsya: NATO li Ewropayê 'Schengena leşkerî' ava dike
Rojnameya brîtanî: Iraq bi zora Amerîka û Ewropayê bi Hewlêrê re li hev dike
Şandeke Parlemantoya Kurdistanê serdana Ewropayê dike
Pentagon: Heta 2025an dibe ku Amerîka serdestiya leşkerî ya Ewropayê ji Rûsyayê re bihêle
Etîketan:
şewitandin, Ciwanên Kurd yên Bihêrs, Almanya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de