10:34 23 Nîsan 2018
    Yunanistan

    Yunanistan li qeraxên Kuşadasiyê amadehiya tetbîqatê dike

    © Foto :
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 10

    Piştî ku keştiyên lêgerîna xaza siruştî yên Yunanistanê li rojhilatê Deryaya Spî ji aliyê keştiyên şer ên Tirkiyeyê ve hatin astenkirin, Atîna li qeraxên Kuşadasiyê dest bi amadehiya tetbîqatê kir.

    Türkiye - Yunanistan sınırı / Pazarkule Sınır Kapısı
    © REUTERS / Vassilis Ververidis/Motion Team/File Photo
    Li gor nûçeya Sertaç Eşê rojnameya Cumhuriyetê, artêşa Yunanistanê li 4 cihên cuda yên Deryaya Egeyê amadehiya tetbîqatê dike. Herêma ku ji bo tetbîqatê hatiye diyarkirin ji rojhilatê Girava Taşozê dest pê dike û hetanî sînorê Tirkiyeyê dewam dike. Yek ji cihên tetbîqatê jî ji rojavayê Girava Çanakkalayê ye.

    Cihê sêyemîn ê tetbîqatê herêma navbera giravên Midilli û Sakizê ye. Cihê çaremîn ê tetbîqatê jî ji başûrê girava Sakizê dest pê dike û hetanî qeraxa Kuşadasiya sînorê Tirkiyeyê dewam dike. Tê gotin ji bo ev herêma dawî nêzî qeraxa Tirkiyeyê dibe Enqere li hemberî vê bêdeng nemîne.

    Hêjayî gotinê ye ku hefteya borî 2 leşkerên artêşa Yunanistanê bi îdîaya ku sînor derbas kirin ji aliyê hêzên ewlehî yên Tirkiyeyê ve hatibûn girtin.

    Bi heman mijarî:

    Li sînorê Tirkiye-Yunanistanê du rojnamevanên elman hatin binçavkirin
    Yunanistanê Tirkiye hişyar kir: Li gor hiqûqa navneteweyî tevbigerin
    Yunanistanê bangî balyozê Tirkiyeyê kir
    Hikûmeta Yunanistanê: Tirkiyê provakasiyonê sûcdar kir
    Hindistan ji krîza Yunanistanê natirse
    Etîketan:
    Yunanistan dest bi tetbîqatê kir, Tirkiye, Yunanistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de