17:11 24 Nîsan 2018
    Neymar Jr

    ‘Neymar bi 400 mîlyon euroyî wê transferi Realê bibe'

    © REUTERS / Christian Hartmann
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 01

    Neymarê ku Paris Saint Germainê bi 222 mîlyon euroyî ve ji Barcelonayê transfer kir û bû fitbolîstê herî biha yê cîhanê, tê îdiakirin ku wê bi 400 mîlyon euroyî ve transferi Real Madridê bibe.

    Stêrkê brezîlî Neymarê ku ji Barcelonayê hat transferkirin û vê heyamê formeyê Paris Saint Germanê li xwe kir, dihat payin ku li tîma PSGê bêkêf e û wê paş de vegere Barcelonayê, lê piştre îdiaya ku wê transferi Real Madridê bibe ket rojevê. Li gor çapemeniya Spanyayê rayedarên Realê bi bavê Neymar re pêwendî danîn e û bilêvkirine ku ji pereyê ku PSGê daye Barcelonayê (222 mîlyon euro) wê zêdetir pere bidin.

    Hat îdiakirin ku rahênerê 'Galactikos' Zinedine Zidane derbarê transferkirina Neymar de wiha gotiye: "Derheqê fitbolîstekî ku ne yê min be ez naaxivim lê 400 mîlyon euro jî ne hindike ku mirov li ser neaxive. Berê ji bo wî 222 mîlyon euro hatibû dayin, Realê di sala 2000î de bo transfera min 72 mîlyon euro dabû û min jî wek dînbûnekê bi nav kiribû."

    Ji aliyê din ve rahênerê Barcelonayê Ernesto Valverde li ser îdiayên ku Neymar wê cardin li tîmê vegere got, ev ‘fantazî' ne û îdia derewandin.

    Bi heman mijarî:

    PSG ji bo dilşadiya Neymar, Mbappe ji çav derxist
    Futbolîstê navdar Neymar diçe tîma PSGê
    Tîma Barcelona xewna keçeke kurd bi cih anî
    Êrîşa Barcelona: Hejmara kuştiyên êrîşa terorîstî gihîşt 14 kesan
    Ji ber şerê Barcelona û Real Madrîdê li Hewlêrê 131 kes hatin desteserkirin
    Etîketan:
    lalîga, neymar, messi, transfer, fitbolîst, Real Madrid, Neymar, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de