15:55 21 Gulan 2018
    Türkiye - Yunanistan sınırı / Pazarkule Sınır Kapısı

    Li sînorê Tirkiye-Yunanistanê du rojnamevanên elman hatin binçavkirin

    © REUTERS / Vassilis Ververidis/Motion Team/File Photo
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku li sînorê Tirkiye-Yunanistanê li herêma qedexekirî du rojnamevanên elman hatine desteserkirin. Hefteyek berê du leşkerên Yunanistanê li heman herêmê bi hinceta ‘teşebisa sixûrtiyê' ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve hatibûn desteserkirin û Tirkiyeyê îadeya leşkeran red kiribû.

    Li gorî nûçeya DW a Tirkî li Yunanistanê nêzî sînorê Tirkiyeyê li herêmek qedexekirî du rojnamevanên elman yê 31 û 33 salî hatine desteserkirin. Balyozxaneya Elmanyayê ya li Atînayê da zanîn ku du xebatkarên televîzyona ARDê derbarê penaberên ku vedigerin Elmanyayê nûçeyekê amade dikin û ji ber ku bê destûr derbasî herêma qedexekirî bûne hatine binçavkirin.

    Her wiha hat ragihandin ku hîn nehatiye teqezkirin ku herdu rojnamevan xebatkarên ARDê ne. Wezareta Karê Derve ya Elmanyayê jî daxuyand ku ji bûyerê haydar in û pêvajoya desteserkirinê ji nêz ve dişopînin. Herêma Bakurêrojhilatê Yunanistanê piranî ji aliyê penaberan ve tê bikaranîn. Gellek penaber ji ser çemê Evrosê derbasî Yunanistanê dibin û xwe digihînin Ewropayê.

    Her wiha hefteyek berê jî du leşkerên Yunanistanê li heman herêmê bi hinceta ku ‘teşebisa sixûrtiyê' kirine ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve hatibûn desteserkirin û Tirkiyeyê îadeya leşkeran red kiribû.

    Bi heman mijarî:

    Tirkiye: Yunanistan hedê xwe derbas dike
    Yunanistan: Em ji peymana agirbestê ya di navbera DYA û Rûsyayê memnun in
    Milîsan 45 leşker kuştin û 19 jî birîndar kirin
    Rûsya: Tevahiya kesên ku di balafira ketî de can dan leşker bûn
    Etîketan:
    penaber, desteserkirin, girtin, rojnamevan, DW a Tirkî, Yunanıstan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de