18:49 20 Gulan 2018
    Türkiye-Hollanda

    Hollanda serdana Wezîra AKPê ya berê Fatma Şahîn qebûl nekir

    © AFP 2018 / YASIN AKGUL
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 10

    Hollanda, di salvegera krîza dîplomatîk a sala par ya di 16ê Nîsanê beriya referandûma Destûra Bingehîn ya bi Tirkiyeyê re, serdana Şaredara Bajarê Mezin a Dîlokê û Wezîra Malbatî û Polîtîkayên Civakî ya berê Fatma Şahin qebûl nekir.

    Şaredara Bajarê Mezin ya Dîlokê û Wezîra Malbatî û Polîtîkayên Civakî a berê Fatma Şahin xwest di 11ê Adarê de serdana bajarê Deventera Hollandayê bike û li Mizgefta Navendî bi hemwelatiyên bi eslê xwe tirkin re bên ba hev. Her wiha hikûmeta Hollandayê sala par di 16ê Nîsanê de daxuyandibû ku destûrê nadin kesên siyasî yên Tirkiyeyê ku li Hollandayê mitîngan lidarbixin. Li ser vê biryarê Wezîra Malbat û Polîtîkayên Civakî Fatma Betul Sayan Kaya di 11ê Adara 2017an de ji Hollandayê hatibû dersînorkirin û gengeşiya di navbera herdu dewletan de veguherîbû krîza dîplomatîk.

    Li gor nûçeya Rojnameya ADyê li ser van rûdanan rayedarên Hollandayê serdana Şaredara Bajarê Mezin ya Dîlokê Fatma Şahin guncav nedîtin û serdan betalkirin. Li gor hin çavkaniyan sedema betalkirina serdana Şahin ji ber tarîxa 11ê Adarê ku salvegera krîza dîplomatîk e û ya din jî hilbijartinên 21ê Adarê ye.

    Hollanda herî dawî jî jenosîda ermenan li parlamentoyê dabû qebûlkirin û herwiha krîza navbera herdu dewletan de cardin rû dabû.

    Bi heman mijarî:

    Hollanda xwe amade dike ku ‘Jenosîda Ermenan' binase
    Hollanda: Em hewil didin balafirgehên Kurdistanê werin vekirin
    Hollanda: Serdana Turkeş an wezîrekî din wê xweş neyê dîtin
    Hollanda di têkiliyên Kurdistanê de dikeve asteke nû
    Ji Erdogan bo Almanya û Hollanda: Hûn xwelî ser in
    Neteweyên Yekbûyî li ser krîza navbera Hollanda û Tirkiyê daxuyanî da
    Etîketan:
    Krîz, Şaredar, Anteb, Lahey, Serdan, Fatma Şahin, Holanda
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de