21:25 24 Nîsan 2018
    Rojava

    'Li Rojhilata Navîn hemû civak têk çûn tenê kurd têk neçûn'

    © AFP 2018 / DELIL SOULEIMAN
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 30

    Hîndekarê kurd yê Zanîngeha EHESSê ya Fransayê Prof. Dr. Hamît Bozarslan diyar kir ku li Rojhilata Navîn hemû civak têkçûn lê tenê kurd têk neçûn û got, ji ber ku hişmendiyeke kurdî û bîreke dîrokî heye.

    Hîndekarê kurd yê Zanîngeha EHESSê ya Fransayê Prof. Dr. Hamît Bozarslan, ku bi xebatên xwe yên dîrok û civaknasiyê navdar e, di axaftina xwe ya ji bo malpera Gazete DuvaRê de diyar kir ku Tirkiye dixwaze xwe wekî hêzeke herêmî bide qebûlkirin û tevgera Kurdî lawaz bike. Bozarslan ev tişt gotin, "Tirkiye tim dubare dike ku şerê wê tenê ne li dijî kurdan, bi taybetî li dijî Amerîkayê ye. Amerîka jî li beramberî ku naxwaze peywendiyên xwe yên bi Tirkiyeyê re xera bike jî, hebûna xwe ya li Sûriyeyê dispêre kurdan. Ti pirsgirêkeke Rûsyayê jî bi kurdan re tune ye lê xerabûna peywendiyên Amerîka û Tirkiyeyê ji bo wê girîng e."

    ‘KURD TENÊ TÊKNEÇÛN'

    Bozarslan derbirî ku civaka tirk bi awayekî kolektif û exlaqî têk diçe, nikare xwe bifikire û axaftina xwe wisa domand: "Li gorî beriya 20 salan rastiyeke kurdan ya hîn xurt heye. Li Rojhilata Navîn civak têk diçin û ji holê radibin lê tenê civaka kurd li gel hemû pirsgirêk û îxtilafên navxweyî jî têk neçû."

    ‘POLÎTÎZEBÛNEKE XURT HEYE'

    Profesorê kurd li ser sedema têkneçûna kurdan anî ziman ku ew xwediyê hişmendiyeke kurdayetiyê û bîreke dîrokî ne û got, "Ji ber ku rastiya bindestiyê berxwedanekê jî bi xwe re tîne. Di nava kurdan de polîtizebûneke cidî heye. Gava hûn li Tirkiyeyê dinêrin nifşê 1968 û 78an heye. Herwisa nifşê Geziyê yê 2013an heye an tune ye, em hêj nizanin. Lê gava hûn li kurdên Tirkiyeyê binêrin, li gel nifşê 68, 78an nifşê 88, 98, 2008an heye û bi îhtimeleke mezin nifşê 2015-16an heye."

    Hamit Bozarslan li ser bêndengiya welatên rojavayî ya li hemberî êrîşên artêşa tirk yên li ser Efrînê jî got, "Ew welat naxwazin Tirkiye têk biçe. Helbet naxwazin Tirkiye biser keve lê dixwazin şer bi awayekî bêdengî bidawî bibe."

    Bi heman mijarî:

    Fermandarê kurd yê êzidî him PKK him jî pêşmerge rexne kir
    PDK-Bakur: Divê kurd jî û partiyên wan jî di çarçoveya nêrîna millî de tevbigerin
    Mesut Tek: Divê kurd li dijî tifaqa AKP-MHPê derkevin
    Ciwanê kurd ji bo Efrînê nameyek şand, wezaretê jî bersiv dayê
    Fîlozofê navdar: Ez xwe wek mîsyonerekî kurd dibinim
    Etîketan:
    civaka kurd, Hîndekarê Zanîngeha EHESSê ya Fransayê, Hamit Bozarslan, Rojhilata Navîn, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de