18:57 25 Nîsan 2018
    Polîsê Navdewletî Interpol

    Hat îdiakirin ku Interpolê dosyeya Salih Muslim û hin kesên din rawestandiye

    © REUTERS / Edgar Su
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 20

    Hat îdiakirin ku Rêxistina Polîsan ya Navdewletî (Interpol) bultena sor ya ku ji aliyê Tirkiyeyê ve ji bo nêzikî 50 kesan hatiye derxistin, rawestand. Hat gotin ku di nav van kesan de Salih Muslim jî heye.

    Li gorî rojnameya tirk ya bi navê Sabahê Tirkiyeyê ji bo hinek kesên li derveyî welêt ji saziyên edlî daxwaza girtinê kir. Di vê çarçoveyê de ji bo nêzikî 50 kesan, ku di nav de kesên wekî hevserokê berê yê PYDê Salih Muslim, fîrariyê FETOyê Adil Oksuz û endamê THKP-Cê Mihraç Ural jî hene, dest bi xebatên bultena sor kir.

    Hat ragihandin ku dosyeyên ku ji b ovan kesan hatin amadekirin, ji Interpolê re hat şandin lê Interpolê ev dosye wekî ‘siyasî' nirxand û dan rawestandin.

    Ger daxwazên Tirkiyeyê yên ji bo bultena sor bihatana qebûlkirin, dê ev li 170 welatên girêdayî xwe biweşanda û li ser daxwaza Tirkiyeyê dê derbarê gelek kesan de biryara girtinê bihata dayîn.

    Bi heman mijarî:

    YE: ‘Tirkiyê Interpolê sûîstîmal dike'
    Interpolê rojnamevanê ku Tirkiyê xwestibû binçav kir
    'Salih Muslim ji Swêdê derket û Tirkiyeyê encam ji nota xwe negirt'
    'Tirkiye ji Almanyayê daxwaza girtina Salih Muslim kir'
    Salih Muslim: Tenê Rûsya dikare êrîşên Tirkiyeyê rawestîne
    Etîketan:
    rawestandin, Hevserokê berê yê PYDê, interpol, Mihraç Ural, Salih Muslim, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de