16:25 18 Hezîran 2018
Parlamentarên almanî bi hêviya vegerandina penaberan serdana Şamê kirin

Parlamentarên almanî bi hêviya vegerandina penaberan serdana Şamê kirin

© REUTERS /
Ewropa
Lînkê kurt
0 0 0

Parlamentarên partiya rasgir a tundrê AfDê ya Almanyayê bi hêviya ku bi qasî 500 hezar penaberên sûrî yên li Almanyayê vegerînin welatê wan, serdana paytexta Sûriye Şamê kirin.

Koma parlamentarên ji AfDê derbarê serdana xwe de, roja 6ê Adarê çend wêne li ser medya civakî belav kirin.

Li gor nûçeya Deutsche Welleyê (DW) di serdana 5ê Adarê ya parlamentarên almanî de, ji Meclîsa Federalî ya Almanyayê Frank Pasemann, Jürgen Pohl, Udo Hammelgarn, Harald Weyel û ji Meclîsa Eyaleta Bakurê Eyaleta Ren Vestfalyayê Christian Blex û Thomas Röckemann cî girtin.

​Parlamentaran bi Serokê Parlamentoya Sûriyeyê Hammuda Sabbax, Miftiyê Giştî yê Sûriyeyê Ahmed Bedredîn Hassûn û çend nûnerên cemaetên olî re civiyan.

Herwiha roja çarşemê jî hevdîtinek bi Wezîrê ji Aştiya Navxweyî Berpirsiyar Alî Haydar re hatin ba hev.

‘LI ŞÛNA ÇARŞEFA REŞ A JINAN BLUE JEAN'

Blex weneyên ku li serdana Şamê kişandibûn li ser Twitterê belav kirin û li ser wêneyekî got, "Li şûna çarşefa reş, blue jean pantolon! Jin li baran rûdinin, li Mekeyê ev xeyal e. Mixabin êdî li Berlîn-Neukollnê jî wisa ye."

Bi heman mijarî:

Ji Neteweyên Yekbûyî daxuyaniya derxistina sivîlên Efrînê
Yekem balafir ji balafirgeha Silêmaniyê ber bi Siûdî ve firiya
Heşda Şeibî gefa ala Kurdistanê li YNKê xwar
Rûsya: Îdiayên rastlêhatî lêdana Xûtaya Rojhilat ji aliyê Sûriyeyê ve bêbingeh in
‘Artêşa Sûriyeyê bi pêşdeçûna xwe ya li Xûtaya Rojhilat berdewam kir'
Etîketan:
Alnanya Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de