04:18 20 Nîsan 2018
    Şampiyonlar Ligi, son 16, ikinci maç, Paris St Germain vs Real Madrid, Marco Verratti kırmızı kart hakem Felix Brych, Parc des Princes, Paris, 6 Mart 2018

    Navê xwe ji hakem re got, piştre karta sor dît

    © REUTERS / Benoit Tessier
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Di fitbolê de carcaran bûyerên pêkonok jî pêk tên. Fitbolîstê Arsenallê yê berê Sanchez Watt di pozîsyonekê de karta zer dît, hakem ji Sanchez Watt navê wî pirsî, fitbolîstê ku navê xwe wek Watt bilêv kir ji aliyê hakem ve wek 'What? (Çi?)' hat fêhmkirin û ji karta duyem karta sor dît.

    Fitbolîstê tîma Lîga Premierê yê Arsenallê yê berê Sanchez Watt bi bûyera ku hat serî ket dîroka fitbolê. Fitbolîstê 27 salî di Lîga Başûrê Netewî ya asta herî binî de formeyê Hemel Hempsteadê li xwe dike. Di pêşbirka li dijî tîma East Thurrockê di pozîsyonekê de karta zer dît.

    Piştî ku Sanchez Watt karta zer dît hakemê pêşbirkê Dean Hulme navê fitbolîst pirsî, fitbolîst jî navê xwe wek Watt bilêv kir. Her çiqas dadwer çend caran navê wî pirsî jî ji fitbolîst heman bersiv yanî Watt da. Li ser van bersivan hakem wek ku fitbolîst tinazê xwe pê dike Watt wek 'What? (Çi?) fahm kir û ji karta duyem karta sor nîşanî Sanchez Watt da.

    Li ser vê bûyerê sertîmê Hemel Hepsteadê Jordan Parkes piştî ku navê fitbolîst bi hakem re da fêhmkirin karta sor ya Sanchez Watt ji aliyê dadwer ve hat betalkirin û cardin tevlî pêşbirkê bû.

    Bi heman mijarî:

    Kêfxweşiya golê bû sedema 10 kartên sor
    'Di Kûpaya Cîhanê de Mourinho di saetekê de wê mîlyonek sterlin bidest bixe'
    Wê di dema Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2018an de li Kaliningradê kirê çiqas bin?
    Wê di dema Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2018an de li Kazanê kirê çiqas bin?
    Zabiyaka dê encamên pêşbirkên Kûpaya Cîhanê ya 2018an texmîn bike
    Etîketan:
    karta sor, fitbol, pêkenok, dadwer, lîstik, Îngîlistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de