21:48 25 Gulan 2018
Recep Tayip Erdogan

Paris ji bo ‘Tribunala' ku Erdogan dê lê were darizandin amadehiyê dike

© REUTERS / Yasin Bulbul
Ewropa
Lînkê kurt
0 60

Li bajarê Parisê yê paytexta Fransayê piştgiriya ji bo ‘Tribunala Navdewletî' ya ku dewleta tirk dê ji ber tawanên şer û li dijî mirovahiyê lê were darizandin, zêde dike.

Dadgeha Tribunalê ya Navdewletî di navbera 15-16ê Adarê de dê li avahiya Borsaya Xebatê (Bourse de Travail) were lidarxistin. Ev dadgeh ji nêzikî 40 saziyên navdewletî û 300 kesan piştgiriyê digire û dê ji aliyê 7 dadgeran ve, ku xwediyê rewatiyeke exlaqî ne, were birêvebirin.

Ji Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê bi dehan kes dê li vê dadgehê şahidiyê bikin û bi taybetî dê tawanên ku di serdema desthilatiya AKPê de û rola dewletê ya di qetilkirina 3 jinên kurd yên şoreşger de, ku di 9ê Rêbendana 2013an de li Parisê hatibûn qetilkirin, werin darizandin.

Ev dadgeh di înisiyatîfa Komeleya Dadgerên Demokrat yên Navdewletî, Komeleya Dadgerên Ewropayê ya ji bo Demokrasî û Mafên Mirovî, komeleya hiqûqnasên bi navenda Almanyayê MAF-DAD û Enstîtuya Kurdî ya Brukselê de hat avakirin.

Dadgeha Tribunalê ya Navdewletî an jî Dadgeha Gel ya Mayînde dadgeheke ûjdanî ye û cara pêşîn di 24ê Hezîrana 1979an de li Bolognayê hat avakirin. Wekî model Dadgeha Russel ya ku ji aliyê Bertnard Russel û Jea-Paul Stare ve ji bo darizandina tawanên Amerîkayê yên li Vietnamê hatibû damezirandin, ji xwe re esas digire. Dadgeha Xelkê ya Mayînde rewatiya xwe dispêrê wan deklarasyonên ku ji aliyê saziyên cuda yên ji bo mafên gelan ve hatiye qebûlkirin. Di çarçoveya tawanên li dijî gelan de dema ku ti saziyên darazê yên navdewletî kare darizandinê nake û dema ku mîsogeriya serbixwebûn û bêalîbûnê nadin, Dadgeha Xelkê ya Mayînde wekî dadgeheke rewa derdikeve holê.

Li dadgeha li Parisê bersûcê sereke dê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan be. Gelek rayedarên din yên hikûmetê, fermandarên artêşê û serokê rêxistina îstixbaratê ya tirk jî wê di nav kesên dê werin darizandin de cih bigirin. Dadgeh piştî 2 mehan, yanê dê di meha Gulanê de biryara xw eşkere bike. Ji bo vê yekê jî li Parlamentoya Ewropayê ya li Brukselê wê civîneke çapemeniyê were lidarxistin.

Darizandina li dadgeha Tribunalê heta 2 rojan dê li ser înternetê jî bi awayekî zindî were temaşekirin. Ji bo dadgeha ku tê payîn bi sedan kes beşdar bibin, ji niha ve gelek kesan bi peyaman piştgirî dayê malpera înternetê ya Tribunalê bi xwe (http://tribunal-turquie-kurdes.org) û qenala wê ya YouTube heye. Herwisa li ser torên medayaya sivîl yên wekî Facebookê hat aktîfkirin.

FRANCESCHI: GEL TIŞTA KU CIVAKA NAVDEWLETÎ NAKE, DIKIN

Nivîskarên wekî Patrice Franceschi û Janet Biehl, ji koma çep ya GUE/NGL li parlamentoya Ewropayê Gabi Zimmer û pisporê Rojhilata Navîn yê fransî Gérard Chaliandbi rêya qenala YouTube yê dadgehê piştgiriya xwe ji bo dadgehê ragihand. Franceschi di axaftina xwe de diyar kir ku di warê dewleta tikr de pêwistî bi dadgehê tune ye lê gelekî girîng e û derbirî ku qet nebe wê bi vê dadgehê were zanîn ku Tirkiyeyê çi anîne serê kurdan. Nivîskarê fransî anî ziman ku li Efrînê jî paqijiya etnîkî tê kirin wisa bal kişand ser sedema avakirina dadgehê, "Tiştên ku civaka navdewletî nekirin, gel bi qasî hêza xwe dikin."

BIEHL: LI DIJDERKETINA DÎKTATOREKÎ NE BÊFEYDE YE

Janet Biehl, "Li dijderketina dîktatorekî ti caran wê ne bêfeyde be." Biehl bal kişand ser rejîma Erdogan û got, "Ev dîktatoriyeke metirsîdar e. Kurdan qetil dike. Û civaka wan ya li Tirkiyeyê tune dike. Li welatên din jî kesên ku rexneyê li wê rejîmê dike, tên qetilkirin. Niha herêma Efrînê ya aştiyane dagir dike." Biehl destnîşan kir ku komkirina agahiyên li ser rewşa îro ya Komarê gelekî girîng e.

ZIMMER: HIKÛMETA ERDOGAN HER ROJ SÛC DIKE

Gabi Zimmer got, "Hikûmeta tirk, hikûmeta Erdogan her roj sûcan dike." nZimmer anî ziman ku ev hikûmet him li hundir him jî li derveyî welêt sûcan dike û wisa berdewam kir: "Ji bo vê yekê divê li vê bêcezakirina dewleta tirk were bidawîkirin." Zimmer diyar kir ku ew ji ber vê sedemê piştgiriyê didin Tribunala Navdewletî û got, "Hûn ê encam bistînin."

CHALIAND: DADGEHA ÛJDANÊ GIRÎNG E

Gérard Chaliandê ku di warê Tirkiye û Kurdan de dixebite, anî ziman ku ew bi tevahî piştgiriyê dide dadgehê û bal kişand ser ku wî di dema Vietnamê de li Danimarkayê li dadgeha Russell şahidî kiribû. Chaliand got, "Dadgehe ûjdanî ya wisa, tiştê ku dewleta nake, dike û girîng e ku şahidiya mirovan guhdar dike."

Bi heman mijarî:

Kremlin: Erdogan li ser ketina balafira rûsî serxweşî da Pûtîn
Pûtîn û Erdogan li ser Sûriyeyê axivîn: Efrîn jî hat rojevê
Erdogan: Bila biryara we di binê erdê keve
‘Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel ji Erdogan bêtir tê hezkirin'
Şêwirmendê Erdogan: Tirkiye amadehiyan dike ku bersiva Amerîkayê bide
'Erdogan ji ber êrîşên li dijî kurdan dikare wekî Miloseviç were dadgehkirin'
Etîketan:
Dadgerên Demokrat yên Navdewletî, Dadgeha Tribunalê ya Navdewletî, Serokomarê Tirkiyeyê, Recep Tayyip Erdoga, Fransa, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de