18:34 20 Gulan 2018
    Davide Astori

    Fitbolîstê Fiorentinayê Astori li otelê mirî hat dîtin

    © REUTERS / Alessandro Garofalo
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Fitbolîstê tîma Fiorentina ya lîga Serie A ya Îtalyayê, Davide Astori li otela ku lê dima jiyana xwe winda kir. Hat payin ku sedema mirina Astori piştî otopsiye wê bê eşkerekirin, lê li gor hin rojnameyan sedema mirina Astori krîza dil e.

    Ji Lîga Yekem a Fitbolê (seri A) ya Îtalyayê fitbolîstê tîma Fiorentinayê Davide Astori, li otela ku lê dima jiyana xwe winda kir. Kûluba Fiorentinayê daxuyand ku fitbolîstê îtalî yê 31 salî ji nişkave jyana xwe winda kiriye, ji ber vê jî em gellekî xemgînin. Di nûçeyên çapemeniya Îtalyayêde cih girtin de jî hat eşkerekirin ku Astori beriya pêşbirka deplesmanê ya bi Udineseyê rê li otela ku lê dima mirî hatiye dîtin.

    Hat payin ku sedema mirina Astori piştî otopsiye wê bê eşkerekirin, lê hin rojnameyan sedema mirinê wek krîza dil nivîsandin. Astoriyê ku li Milanê dest bi kariyera xwe ya fitbolê kiribû, formeyê tîmên Roma û Cagliariyê jî li xwe kiribû. Fitbolîstê bergiriyê di tîma milî ya Îtalyayê de jî derketibû 14 pêşbirkan û golek avêtibû. Astori yê ku bavê qîzek 2 salî bû di heyama îsal de bi formeyê Fiorentinayê derketibû 27 hat pêşbirkan. Her wiha piştî mirina Astori di lîga Seri Ayê de duh 7 pêşbirkên ‘Udinese-Fiorentina, Cenova-Cagliari, Atalanta-Sampdoria, AC Milan-Inter Milan, Benevento-Verona, Chievo-Sassuolo û Torino-Crotone' ku wê bihata lîstin hatin taloqkirin.

    Bi heman mijarî:

    'Zeîfbûna bê parêz û werziş êdî pêkan e'
    Ji bo telefonên Android pêşbirk û listîkên kurdî yên balkêş!
    Berpirsê Şîeyan: Gog niha li qada Hewlêrê ye, divê soza yekparçeyîya Iraqê bidin
    Etîketan:
    îtalya, krîza dil, krîzadil, gog, fitbol, çapemenî, Îtalya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de