10:25 23 Nîsan 2018
    Di pêşbirka lîga UEFA ewropayê ya di navbera Athletic Bilbao-Spartak Moskovayê de alîgirên herdu tîman pêvçûbûn û polîsekî jiyana xwe winda kiribû.

    'Çapemeniya Spanyayê alîgirên rûsî wek milîtanên rêxistinê dan nasîn'

    © AP Photo / Alvaro Barrientos
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Di pêşbirka lîga UEFA ewropayê ya di navbera Athletic Bilbao-Spartak Moskovayê de alîgirên herdu tîman pêvçûbûn. Di pevçûnan de kêr, fîşekên hewayî û hin amûrên din hatin bikaranîn. Herwiha polîsekî jî jiyana xwe winda kiribû.

    Sedema pevçûnên di navbera alîgirên Athletic Bilbao-Spartak Moskovayê diyar bû. Hat hîn bûn ku çapemeniya Spanyayê alîgirên rûs wek Neo-Nazî binavkiriye û bang li alîgirên Bilbaoyê kiriye ku bi baldarî tevbigerin, ev jî bûye sedema gurkirina pêvçûnên di navbera herdu aliyan.

    Li bajarê Bilbaoya Spanyayê Athletic Bilbao-Spartak Moskova di pêşbirka UEFA ewropayê ya tûra 32 tîmên dawî de hatin hemberî hev. Lê ji pêşbirkê bêtir pevçûnên bi kêr, dar yên alîgirên herdu tîman di rojevê de cih girtin. Di bûyeran de polîsekî 51 salî ji dilqutk derbas kir û jiyana xwe winda kir.

    ​Çavdêrên bûyerê ji Sputnikê re ragihandin ku beriya pêşbirkê prowakatîfên çapemeniya Spanyayê ku alîgirên rûsî wek Neo-Nazî dabûn nasandin, pevçûnên di navbera herdu aliyan de gurtir kiriye.

    Yek ji wan rojnameyan ya werzişê Marcayê wiha sernav avêt: "Di nav alîgirên rûsî de komên radîkal hene."

    Rojnameya El Correo jî alîgirên Spartakê wek alîgirên‘radîkal' bi nav kir.

    Rojnameya El Mundo. "Alîgirên Spartakê di pêşbirkên derve yên tîma xwe de bi hovîtiya xwe tên naskirin. Êrîşî êxtiyaran jî dikin ku li Sevilleyê şerekî mezin derxistin. "

    Rojnameya La Vanguardiayê jî alîgirên Spartakê wek milîtanên rêxistinê da nasîn.

    Her wiha hat eşkerekirin ku çapemeniya Spanyayê bûyer mezin kirine û di nav gel de bû sedema panîkê. Gelek rojnamevanan da zanîn ku alîgirên rûs ji aliyê çapemeniya Spanyayê ve wek milîtanên rêxistinan hatin bi navkirin ku gelê herêmê çavtirsandî kirin. Her wiha ji aliyêdin ve jî hat gotin ku çapemeniya Spanyayê bi vê êrîşê dixwaze organizasyona kupaya cîhanê ya ku wê li Rûsyayê bê lidarxistin pîs bikin û ji bo vê jî alîgirên rûs bikartînin.

    Bi heman mijarî:

    Ji bo telefonên Android pêşbirk û listîkên kurdî yên balkêş!
    Di pêşbirka lîga UEFA ewropayê de polîsekî jiyana xwe winda kir
    Messi li dijî Chelseayê gihaşt miradê xwe
    Peymana Messi ya bi Barcelonayê re hat weşandin
    DAIŞê Messi û Kupaya Cîhanî hedef nîşan da
    Etîketan:
    uefa, pêşbirk, pevçûn, şer, spanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de