16:40 18 Hezîran 2018
Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (KENY)

Civîna ji bo Rojhilatê Gutayê ya li KENY hat taloqkirin

© AP Photo / Mary Altaffer
Ewropa
Lînkê kurt
0 0 0

Hat diyarkirin ku li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî dengdayîna pêşnûmaya li ser ragihandina agirbestê ya 30 rojî ya ji bo alîkariyên mirovî yên li Sûriyeyê ji ber nelihevkirinê hat taloqkirin.

Swêd û Kuweytê ev pêşnûmaya li ser ragihandina agirbestê ya rojî ya ji bo alîkariyên mirovî li Sûriyeyê pêşkeşî Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) kiribû lê dengdayîna li ser pêşnûmayê hat taloqkirin. Civîna li serRojhilatê Gutayê li gorî saeta Hewlêrê dê di saet 19.00an de bihata lidarxistin lê paşê ji bo saet 22.30yî hat taloqkirin.

Hat ragihandin ku piştî Rûsyayê xerentî xwest ku milîtan jî bila li gorî agirbestê tevbigerin û Şamê bombebaran nekin, pêvajoya gotûbêjên li ser civînê hat lezkirin.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov derbarê mijarê de got, "Pêşnûma xerentiyê nade ku milîtan jî li gorî agirbestê tevbigerin û şûnwarên li Şamê boöbebaran nekin. Ji bo sepandina pêşnûmayê pêkan be, divê li ser formula me rêkeftin çêbibe. Formula me ew e ku eger alîgirên li Rojhilatê Gutayê û derveyî wê xerentiyê bidin, agirbest dê rasteqîn be û bibe xwediyê bingehekê."

Bi heman mijarî:

Rûsyayê ji bo rewşa Rojhilatê Gutayê bangî civînê li NY kir
Peskov: Îdiayên ku Rûsyayê li Rojhilatê Gutayê bombebaran pêkaniye bêbingeh e
"Daxuyaniya provokasyonên nû bo Sûriye yê Pûtîn derbarê Rojhilatê Gutayê de ye"
Etîketan:
pêşnûma, Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê, Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY), Sergey Lavrov, Rojhilatê Gutayê, Ewropa
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de