05:48 23 Hezîran 2018
Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn

Ji Merkel û Macron nameya Gutaya Rojhilat bo Pûtîn

© REUTERS / Sputnik/Alexei Druzhinin
Ewropa
Lînkê kurt
0 0 0

Serokên Yekîtiya Ewropayê (YE) li Brukselê civîyan û ji bo herêma Gutaya Rojhilat a Sûriyeyê banga agirbesta demildest kirin. Serokên Almanya û Fransayê ji Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re name şandin.

Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron beşdarî lutkeya serokên YEyê bûn û ji Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re name şandin ku piştgiriyê bide pêşnûmeya derbarê Gutaya Rojhilat a li Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (KENY).

Serokomariya Fransayê bi daxuyaniyekê ragihand, Merkel û Macron di nameya hevbeş de, bang li Pûtîn kirine piştgiriyê bide pêşnûmeya KENYyê ya agirbesta 30 rojan û gihandina alîkariyên mirovî bo Gutaya Rojhilat.

'DÊ MACRON Û MERKEL BI PÛTÎN RE BIAXIVIN'

Serokomariya Fransayê di daxuyaniyê de diyar kir ku ew niha helwesta Rûsyayê ya dema dengdanê nizanin, lê Macron û Merkel li gor encamdana dengdanê plan dikin bi Pûtîn re pêwendiya telefonê pêk bînin.

Pêşnûmeya Gutaya Rojhilat ji aliyê welatên Swêd û Kuweytê ve bo KENYyê hatibû pêşkeşkirin.

Bi heman mijarî:

lraqê 4 jin û 27 zarokên rûsî yên pêwendiya wan bi DAIŞê re çêbûbû şandin welatê wan
Pevçûn li bajarê Zurihê rûda: 2 kes mirin
Li Rûsyayê 'Roja Pasevanên Nîştimanî' tê pîrozkirin
Pûtînî spasiya leşkerên li Sûriyeyê peywir kirine kir
Oya Baydar: Dema ku mesele dibe mesela kurdan hemû partiyên tirk dibin yek
Talebanî: Hêvî dikin piştgiriya Amerîkayê ji bo birêxistina Pêşmergeyan zêde bibe
Trump: Em ê mueyîdeyên herî mezin bisepînin
Etîketan:
Gutaya Rojhilat, KENY, Almanya, Fransa, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de