21:59 19 Nîsan 2018
    Tirkiye û Hollanda

    Parlamentoya Hollandayê bûyerên sala 1915an wekî 'Komkujiya Ermenan' qebûl kir

    © AP Photo / Peter Dejong
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 10

    Hat ragihandin ku Parlamentoya Hollandayê bûyerên ku di sala 1915an de li Tirkiyeyê li dijî Ermeniyan pêk hatin, wekî 'Komkujiya Ermenan' qebûl kir.

    Îro li Parlamentoya Hollandayê ji bo ku bûyerên di sala 1915an de li Tirkiyeyê li hemberî ermenan hatin pêkanîn, wekî ‘Komkujiya Ermenan' were nasîn, deng hatin dayîn.

    Di dema dengdayînê de ji xeynî partiya DENK ya ku ji aliyê parlamenterên esiltirk ve hatiye damezirandin, hemû partiyan piştgirî da nasîna ‘Komkujiya Ermenan'. Pêşniyara ji bo nasîna ‘Komkujiya Ermenan' li hemberî 3 dengan, bi 142 dengan hat qebûlkirin.

    Herwisa hat ragihandin ku Hollanda di 24ê Nîsanê de dê di asta wezaretiyê de beşdarî bîranînê wan bûyerên sala 1915an bibe.

    Wekîlê Wezîrê Karên Derve yê Hollandayê Sigrid Kaag beriya dengdayînê axivî û diyar kir ku ev mijareke navbera Ermenistan û Tirkiyeyê.

    Bi heman mijarî:

    Ji Hollandayê daxuyaniya Efrînê: YPG ne masûm e!
    Li Hollandayê panîka tsunamîyê
    Li Hollandayê pîrozbahiya Newrozê
    Li gor encamên destpêkê yên hilbijartinên Hollandayê Serokwezîr Mark Rutte bi ser ket
    Wezîr Kaya îro di Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de wê krîza Hollandayê vebêje
    Tirkiyê li dijî Hollandayê 4 biryar eşkere kir
    Tirkiye wê li NY, AGIT û li Konseya Ewropayê giliyê Hollandayê bike
    Etîketan:
    nasîn, komkujiya ermeniyan, Wekîlê Wezîrê Karên Derve yê Hollandayê, Sigrid Kaag, Hollanda
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de