05:02 21 Nîsan 2018
    Rayedarê Yekîtiya Ewropayê (YE) Johannes Hahn

    Rayedarê YE: Endîşeyên me yên ji bo Tirkiyeyê neguherîne

    © AFP 2018 / Jure Makovec
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Komîserê Berpirs yê Berfirehbûna Yekîtiya Ewropayê Johannes Hahn got, serbestberdana rojnameger Deniz Yucel endîşeyên YE yên li ser pirsgirêkên dewleta hiqûqê ya Tirkiyeyê kêm nekirine. Hahn got, "Li Tirkiyeyê kêmasiyên dewletbûna hiqûqê yên cidî hene û em ê çavên xwe li van negirin."

    Johannes Hahn di axaftina xwe ya ji bo rojnameya Die Welt ya almanî de got, serbestberdana rojnameger Deniz Yucel endîşeyên Yekîtiya Ewropayê (YE) yên ji bo pirsgirêkên dewletbûna hiqûqê ya Tirkiyeyê neguherandiye.

    Hahn bi bîr xist ku li Tirkiyeyê hêj bi hezaran kes bêyî amadekirina îdianameyan di girtîgehan de ne û ev tişt gotin, "Li Tirkiyeyê di warê dewleta hiqûqê de kêmasiyên cidî hene û em ê çavên xwe li van negirin."

    Johannes Hahn herwisa destnîşan kir ku li Tirkiyeyê siyaset bandorê li ser darazê dike û got, Tirkiye li gorî destûrê dewleteke hiqûqê ye lê di pratîkê de kêmasiyên cidî hene.

    Hahn careke din li şûna endamtiya Tirkiyeyê daxwaza hevkariya stratejîk anî rojevê.

    Bi heman mijarî:

    Encamên operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê
    YPG: Artêşa Tirkiyeyê li Cindirêsê çekên kîmyewî bi kar anîn
    Wezîrê derve yê Tirkiyeyê derbarê hêza ku çûn Efrînê de daxuyanî da
    Piştî Tirkiyeyê, Îran jî dana vîzeyê bo welatiyên Kurdistanê hêsan dike
    Ûkrayna: Amerîkayê nehişt fuze ji bo Tirkiyeyê bên çêkirin
    Etîketan:
    endîşe, Komîserê Berpirs ê Frehbûna Komîsyona Yekîtiya Ewropayê, Johannes Hahn, Tirkiye, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de